​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-7-2023
9 tîrmeh, 2023   23:00

Pêkhateyên kantona Qamişlo, nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber Abdullah Ocalan bi “rêbazeke kirêt a nû” wesifand û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê rêbazê dixwaze fişarê li Rêber Ocalan bike. Pêkhateyan li hember van siyasetan banga mezinkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayetên oldar diyar kir ku hewldan û yekitiya bawerî û olan rêbaza avakirina civakeke demokratîk e û rêbaza parastina ji îslama radîkal e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Daxuyaniyên dawîn ên fermandarê artêşa Sûdanê Xelîfe Hafter, metirsiyên wisa derxistin pêş ku şerê navxweyî vegere welêt. Gelo dê li Lîbyayê hilbijertin li dar kevin yan jî dê şer vegere?(BI WÊNE)

Şêniyên navçeya Çilaxa û saziyên wê li hember sûcê dawîn ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk aniye dema nameyên gefxwarinê da wî, xwepêşandanê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derdikevin xwepêşandanê saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Navenda Tenduristiyê ya Şehîd Xebat vedike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li rojhilatê Dêrazorê ye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA