​​​​​​​Oldar: Hevgirtin û neteweya demokratîk çeka li hember qirkirin û êrişan e

Kesayetên oldar diyar kir ku hewldan û yekitiya bawerî û olan rêbaza avakirina civakeke demokratîk e û rêbaza parastina ji îslama radîkal e.

​​​​​​​Oldar: Hevgirtin û neteweya demokratîk çeka li hember qirkirin û êrişan e
10 tîrmeh, 2023   02:16
HESEKÊ

Li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8-9′ê Tîrmehê de Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi diruşma "Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin" hate lidarxistin.

Der barê kongreyê de ajansa me têkildarî rola olan di avakirina civakeke demokratîk de hevdîtin bi kesayetên oldar ên beşdarî kongreyê bûne kir.

/kr/uploads/files/2023/07/09/201327_-.webp

Yek ji şêxên Terîqeta El Qadiriyê Mihemed El Qadirî Ebî Enwer li ser mijarê axivî û wiha got: "Jiyana pêxember li ser pransîba şêwirê û demokrasiyê bû. Nêrîna xwe li ser kesekî ferz nedikir. Ew pêxemberekî edaleta civakî, azadî û demokrasiyê bû. Demokrasî jî li ser bingeha mirov kêfxweş û rûmeta xwe pêk bîne bû. Ji lew re em hewl didin civakeke demokratîk ava bikin."

/kr/uploads/files/2023/07/09/201309_-.webp

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hiso li ser rola olan di pêkanîna demokrasiyê di civakê de kir û wiha got: "Rola olan di xurtkirina demokrasiyê li nava civakê de girîng e. Ji ber ku ew nûnertiya civakê dike, ji îslama tundraw û radîkal a ku çeteyên DAIŞ′ê xwe dispêrê, diparêze. Her wiha jiyana hevbeş di nava pêkhateyan de xurt dike."

Sûad wiha domand: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhate û etnîkên xwe yên olî dewlemend in û ev etnîk û pêkhate bûn yek û mûzaîkeke li ser rêgeza neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, çêkir."

Sûad destnîşan kir ku tiştê li ser tevahî ol û baweriyên ol di nav de jî êzidî ew e ku bi hev re bixebitin û projeya neteweya demokratîk pêk bînin. Ji ber ku ew proje çeka yekane ya li hember qirkirin û êrişan e.

/kr/uploads/files/2023/07/09/201345_-.webp

Endamê Nivîsgeha Wefqfa Al El Beyt li Hesekê şêx Mihemed Nasir El Cinêd behsa rola mezin a olan di îstîqrar civakê de kir û wiha got: "Têkildarî îstîqrariya di civakê de rola olan mezin e. Ji ber ku hemû ol li gorî pranîsbên dilovanî û exlaqê derketin. Ji lew re divê em hevgirtî bin û hewldanên ji bo belavkirina ruhê hevkariyê di nava tevahî mirovan de bikin."

El Cinêd wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo avakirina civakeke demokratîk, divê em li belgeya Medîne Munewere ku rêzê ji tevahî ol, adat û baweriyan re digire, vegerin. Her wiha ew belge ruhê hevkarî û hevgirtinê xurt dike."

(fr)

ANHA