Xelkê Helebê: Li hember siyasetên wê yên hovane yên li dijî rêberê me bê deng nemînin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo şermezarkirina siyasetên dawîn ên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan derketin xwepêşandanê û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah pêk were dê li qadan bin.

9 tîrmeh, 2023   19:32
HELEB

Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye derketin xwepêşandanê û sûcê dawîn ê dewleta Tirk a dagirker ku nameyên gefxwarinê dane Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir. Bi sedan şêniyên her du taxan, endamên partiyan û saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Eşrefiye dest pê kir û li qada Cibênat a rojhilatê taxê rawestî û veguherî mitingê. Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Rûşîn îşaret bi listîkên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Tirkiye vê carê rêbazeke din li dijî rêberê me bi kar tîne ku nameyên gefxwarinê dide wî. Ji bo wê em dê li qadan bin û dê li hember siyasetên wê yên hovane yên li dijî rêberê me bê deng nemînin. “

Rûşîn di dawiyê de got: “Pêvajoya niha, çarenûsî ye. Divê em têkoşînê mezin bikin. Em vîna xwe ji berxwedana rêberê xwe digirin da ku planên dagirkeriya Tirk têk bibin ku hewl dide projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan tune bike.”

(şx)

ANHA