Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin

Rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
Siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin
9 tîrmeh, 2023   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê kom bûn û daxuyaniyên cuda têkildarî nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk dane Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Hevseroka tevgera ciwanan Buşra Ehmed daxuyaniya tevgerê xwend û got dewleta Tirk berpirsa tişta bi serê Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha dewleta Tirk a dagirker hişyar kir ku dê berdêleke giran bide heke dest bi tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bide.

Buşra soz da ku dê têkoşînê bi dirûşma "Cenga azadiyê bi ser bixin" bidomînin û dê vê hemleyê bikin hemleya serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan şaxê Reqayê Sena Îbrahîm daxuyaniya yekitiyê xwend.

Sena destnîşan kir ku nameyê gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan ne hêsan in, ji ber ku li dijî rêveberê mirovahiyê ye. Sena hişyarî da ku heke tiştek bi serê Rêber Abdullah Ocalan were, dê bertek tund be û soza şopandina fikr û felsefeya wî bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Girêdayî heman mijarê şênî û niştecihên Kampa Ebû Xeşeb derketin xwepêşandanê û nerazîbûnên xwe li hember siyasetên dawîn ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.Xwepêşandan ji pêşiya Kampa Ebû Xeşeb destpê kir. Xwepêşandan li pêşiya Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya bajarokê Ebû Xeşeb rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama rêveberiya tevgera ciwanan a Dêrazorê Rewda El Ewad daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin bi berxwedana ciwanan dê serkeftin bi destkeve û ciwan amade ne bersiveke tund bidin sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha cîgira Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehrezad El Hefel li herêma 7 Kîlo daxuyaniyek xwend. Endamên Meclisa Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û platformên mafên mirovan hat kirin ku fişarê li pergalê hov bikin ji bo ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin. Her wiha bang li xelkê herêmê kir ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

TEBQA

Li Tebqayê jî Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tebqayê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endama rêveberiya tevgerê ya Zanîngeha Kobanê Ebdullah Osman bi beşdariya endamên tevgerê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, tevgerê got dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê xwend. Endamên rêveberiyê û saziyên wê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û rûspiyên herêmê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de, bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku yekser destwerdanê bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin ji ber ku dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

(şx)

ANHA