Kongreya Ol û Baweriyan: Divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe

2'yemîn Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi encamnameyekê bi dawî ku bangên bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xalên wê yên herî girîng bûn.

Kongreya Ol û Baweriyan: Divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe
9 tîrmeh, 2023   19:03
HESEKÊ

2'yemîn Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ku bi dirûşma "Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê bilind dikin" li Hesekê bi beşdariya zêdetirî 300 oldar, nûnerên taîfe û baweriyên li herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê li dar ketinû bi encamnameyekê bi dawî bû..

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl encamnameya kongreyê xwend.

Li gorî daxuyaniya kongreyê, xalên encamnameyê wiha ne:

Pêşxistina nirxên civakî ku nirxên mirovahiyê bi cih tînin.

Firehkirina daîreya têkiliyan bi kesayet û aliyên têkildar re ji bo ku piştgiriyê bidin vê berê û wê bikin bingeha tevahî têkiliyên di navbera pêkhateyên cuda de.

Derxistina kovarekê bi navê kombûnê bi zimanên kurdî, erebî û inglîzî.

Kombûn, her du salan carekê kongreya xwe li dar dixe.

Ji bo yekkirina xîtaba aştiyane ya olî, lidarxistina panel û dewreyên perwerdeyê ji bo oldaran.

Li gorî pêwîstiyê û derfetan, avakirina nivîsgehên kombûnê li derve û hundirê herêmê.

Bi boneya sedsala Lozanê ku di encamên de Kurdistan bû 4 parçe, kurd bi qirkirinan re rû bi rû bûn, bang li tevahî sazî û navendên cuda yên olî, rêxistin û desteyên cîhanê bê kirin da ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî bînin cih û rewşa înkarkirina hebûna gelê Kurd ji holê rabe.

Ji bo bicihanîna rêgezên biratiya mirovî û pêşxistina nirxên wê, piştgiriyê bidin vê berê û nirxên edalet, hezkirin, aştî û wekheviyê vejînin, perestgehên olî bikin jêdera belavkirina van rêgezan, piştgiriyê bidin navend û saziyên têkildar.

Hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatin silavkirin ku li gele bajaran di nav de Lozan heye penalan li dar dixe.

Divê dewletên sponserên lihevkirina Lozanê, desteyên navneteweyî û navendên birîna biryara cîhanî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin, da ku ev tevna civakî û tabloya muzeyîk were parastina.

Bang li saziyên olî û kesayetên li cîhanê hat kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser ronakbîr û Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Banga girtina qada hewayî ya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin da ku xelkê herêmê yên ji ol û baweriyên cuda werin parastina.

Di dawiya encamnameyê de wiha hate gotin: “Em hêvî dikin ku ev kongre, ji bo bicihanîna rêgezên biratiyê di navbera bawermendên û baweriyên cuda de, yên bi biratiya mirovî û jiyana hevbeş bawer in, dehfek be. Werin em hev du nas bikin, hevkar bin, bi hev re wek bira bijîn. Em hêvî dikin ku aştiyeke cîhanî pêk were ku her kes di nav de jiyaneke bi hezkirin û kêfxweşî derbas bikin.”

(şx)

ANHA