Di Kongreya Ol û Baweriyan de teqezî bi bicihanîna biratiyê hat kirin

Di rûniştina dawîn a Kongreya Ol û Baweriyan de hat destnîşankirin ku ji bo bicihanîna biratiya gelan, pêwîstî bi saziyeke komkar a xwedî bandor heye da ku civakekê li ser bingeha nirx û rêgezên hevbeş di navbera ol û baweriyan de ava bibe

Di Kongreya Ol û Baweriyan de teqezî bi bicihanîna biratiyê hat kirin
9 tîrmeh, 2023   16:22
HESEKÊ

Beşdarên rûniştina çaran a 2'yemîn Kongreya Ol û Baweriyan a bi navnîşan "Çareserî û pêşniyarên ji bo bicihanîna biratiya mirovî" rêbazên bixurtkirina rola sazî û navendan, rola jinan di bicihanîna biratiya mirovî, pirengiya olî, siyasî û civakî, rêgezên hevbeş di navbera ol û baweriyan de, çawaniya sûdgirtina jê, aştî û jiyana hevbeş di nav olan de û rêbazên xurtkirina diyalogê nîqaş kirin. .

Hevserokê Fakulteya Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava Mazin Mihemed rûniştin bi rêve bir.

Nivîskar û şêwirmendê muftiyê berê yê Sûriyeyê Basil Qes Nesullah têkildarî rola navendan di bicihanîna biratiya mirovî de axivî û got ji bo birêvebirina civakan, xurtkirina têkiliyan di navbera ol û baweriyan de pêwîstî bi saziyeke komkar û xwedî bandor heye û wek mînak Vatîkan bi bîr xist.

Endama Nivîsgeha yOl û Baweriyan a Mezopotamyayê Eliya Mûsa der barê rola jinan di bicihanîna biratiya mirovî de, got jin bingeha biratiyê û pêşxistina civakn e.

Elya balkişand ser rola ciwanan ji bo rojevkirina dozên jinan, dozên cudabûnê, dozên biratiyê, bicihanîna wê rêgezê ku ol di xizmeta civakê de ye, li ser sosyal medyayê. Elya diyar kir ku wê demê civakek wekhev ava dibe û pê re nifşek zana ku nijadperestiyê qebûl nake û aliyê din qebûl dike û berpirs e, ava dibe.

Serokê Saziya Şêxê Şehîdan Maşûq El Xeznewî ya diyalog û nûkirina olî, Mihemed Murşid El Xeznewî gelek nirxên hevbeş ên di navbera ol û baweriyan de bi bîr xistin û destnîşan kir ku pêwîstiya mirov bi mirov heye.  Ji bo wê divê hev du naskirin bi pêşkeve, derî vebibin ji bo ku li xalên pêşxistina diyalogê bên dîtin..

Cîgirê Serokatiya Elewiyan a Efrîn û Şehbayê Azad Hisên têkildarî xurtkirina hewldanên diyalog, perwerde û tevlêbûna olí di qada mirovahiyê de axivî û destnîşan kir ku pêwîst e xebat bê kirin ji bo ku metaryal li gorî nirxên rast ên olî werin guhertin bi rêbazekê ku hevdi nas bikin, nijadperestiyê red bikin û diyalogê xurt bikin.

Kongre dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)