Dewleta Tirk zarokek dersînorî Girê Spî kir

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya dersînorkirina penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê de, zarokek dersînorî Girê Spî kir.

Dewleta Tirk zarokek dersînorî Girê Spî kir
9 tîrmeh 2023   07:46
EYN ÎSA

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî got, duh dewleta Tirk a dagirker zarokê bi navê Ehmed Telal Mewas El Îsa (13) dersînorî Girê Spî kir.

Li gorî heman çavkanî, Ehmed Telal El Îsa ji gundê Dibsê Efnan ê rojhilatê Helebê ye, dema pez diçêrand dewleta Tirk wî girt û dersînor kir.

Çavkanî aşkera kir ku zarok li kolanên kantonê digire û nizane çawa xwe bighîne malbata xwe.

Dewleta Tirk di çarçoveya bicihkirina mîlyon penaberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî de, dersînorkirina penaberan Sûriyeyê zêde kiriye.

Hêjaya bibîrxistinê, 23'yê Hezîrana borî ciwanê bi navê Elaa Asim Şihade (20) yê ji bajarê Yebrûdê yê gundewarê Şamê ku dersînorî Girê Spî ya dagirkirî hatibû kirin, dawî li jiyana xwe anî.

(fr)

ANHA