Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir

Bernameya roja duyemîn a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan dest pê kir.

Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
Bernameya roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan dest pê kir
9 tîrmeh 2023   07:33
HESEKÊ

Beriya çend kêliyan 2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan di roja xwe ya duyemîn û ya dawî de dest pê kir. Kongre bi sponseriya Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin" li hola Serdemê ya bajarê Hesekê tê lidarxistin.

Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe, lêkolîner, akademîsyen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûne. Her wiha dê ji Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bi dehan kes bi rêya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar bibin.

Di roja yekê ya kongreyê de axaftin hatin kirin, nameyên mêvanan hatin xwendin û 2 rûniştinên sereke; xwişk û biratî, rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de hatin nîqaşkirin.

Axaftina destpêkê ya roja duyemîn a kongreyê ji aliyê serokê Weqfa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Sîdoş vê hat kirin. Her wiha dê axaftin ji aliyê Terîqeta Qadiriyê ya Bilind a li Sûriyeyê, Terîqeta Qadiriyê ya Bilind a cîhan, Terîqeta Xeznewî-Neqişbendî ya Bilind, Al El Şêx Îbrahîm Heqî El Kîram, Al El Şêx El Dêrşewî Ek Kîram û Terîqeta Şaziliyê ya Bilind ve werin kirin.

Piştre dê mijara 'Rola siyaset û ragihandinê di agahîdarkirina olan de da ku pirsgirêkên civakê çareser bikin û jiyana hevbeş pêş bixin" were nîqaşkirin.

Dê kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA