​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-7-2023
8 tîrmeh 2023   23:00

Du endamên Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bang li gelên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in kir ku xwedî lê derkevin û ji cîhanê re îsbat bikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê ew gav paşde navêjin. (BI WENE U DIMEN)

Koçberên Efrînê gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaz kir ku di zûtirîn demê de agahiyek ji Rêber Ocalan bê girtin. (BI WENE U DIMEN)

Metirsî zêde dibin ku qada hewayî ya Sûriyeyê veguhere qada şerê rûsî-rojavayî. Nexasim piştî tatbîqatên ku Moskov û hêzên hikumeta Şamê li dar xistin. Li aliyekî din armanc û berjewendiyên welatên OPEC'ê li hev nayên, ev jî gef dixwe ku OPEC`ê tune bike. (BI WENE U DIMEN)

Nivîsgehên aboriyê yên di bin kontrola serçeteyên dewleta Tirk de ne, qûta xelkê kantona dagirkirî û jêderên debara wan desteser kirine. (BI WENE U DIMEN)

Li Kantona Girê spî ya dagirkirî, şêniyên resen berbi herêmên Rêveberiya Xweser ve koçber dibin ku bi sedan malbat gihaşt herêmê. (BI WÊNE)

Di vê dawiyê de nakokiya di navbera hêzên Amerîka û Rûyayê de li Sûriyeyê zêde bû. Ev nakokî ji provokasyonên her du aliyan li ser erdê nîşan dibe. Her wiha tê wê wateyê ku pêşketinên li herêmê çêdibin gelek îhtîmalên wê hene û girêdayî rewşa herêmî û navnetewyeî ye.

Şêniyên bajar û navçeyên kantonên Qamişlo, Hesekê ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên dewleta Tirk dane Rêber Abdullah Ocalan dadikevin qadan û teqezî bi mezkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin saet di 9:00`an de. Di heman çarçoveyê de Meclisa Navçeya Girkê Legê daxuyaniyek li qada Şehîd Xebat dide saet di 10:00`an de. (BI WENE U DIMEN)

Kongraya Ol û Baweriyan li Hesekê di roja duyemîn de didome saet di 9:00`an de. (BI WENE U DIMEN)

Insiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, înstiyatîfa parêzerên sûriyeyî ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevbeş li pêşiy avahiya komîseriya bilind a NY`yê daxuyaniyekê didin saet di 10 :30`an de. (BI WENE U DIMEN)

ANHA