Sibê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêbertî dadikeve qadan

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li Rêber Abdullah Ocalan xwarine, sibe li qadan in.

Sibê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêbertî dadikeve qadan
8 tîrmeh, 2023   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclisa Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê, nameyên gefxwarinê radestî Rêber Abdullah Ocalan kirine. Li hember van agahiyan, xelkê herêmê bi hêrs bû. Gelek rêxistinan daxuyanî dan û siyaseta dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. 

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi rêya ajansa me bang li tevahî gelan kir ku têkoşînê mezin bike û Rêber Abdullah Ocalan bi tenê nehêle.

Xelkê herêmê ji bo şermezarkirina siyasetên li dijî Rêber Abdullah Ocalan sibe dadikevin qadan.

(şx)

ANHA