Kongreya Ol û Baweriyan: Divê eniyeke civakî, nîştimanî ya exlaqî were avakirin

Beşdarên rûniştina yekemîn a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan gotin, divê eniyeke civakî ya nîştimanî ya exalqî were avakirin û diyar kirin ku bêyî aktîfkirina nixên exlaqê civak an statu ava nabin.

8 tîrmeh, 2023   13:31
HESEKÊ

2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan dewan dike. Piştî axaftina Rêveberiya Xweser û xwedina nameyên pîrozkirina kongreyê, rûniştina yekemîn a kongreyê ya bi navê "Pêşxistina biratiyê" ji aliyê cîgirê hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Ebdurehman Bedirxan ve hat birêvebirin.

Rûniştina yekemîn ji 4 mijarên sereke pêk hat. Mijarên hatine şîrovekirin û nîqaşkirin ev in: rola ol û baweriyan di biratiyê de, astengiyên li pêşiya biratiyê. Hînkirin û minhac û rola wan di şer û aştiyê de. Rola destpotiyê di afirandina şerên olî û mezhebî  de û derbaskirina van şeran. Sazî û navendên cîhanê û rola wan di biratiyê de. Xalên hevbeş ên ji bo pêşxistina biratiya di navbera ol û baweriyan de. Ev mijar bi rêya 5 semîneran hatin şîrovekirin û nirxandinên beşdaran jî derketin pêş.

Mijara yekemîn ji aliyê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî ve hat şîrovekirin. Mihemed Xerzanî bal kişand ser rola ol û baweriyan di belavkirina çanda biratiyê di navbera mirovan de û çawa ol û baweriyan mirovahî di bin yek fikrî de anî gel hev.

Xerzanî diyar kir ku tevahî ol û bawerî banga hezkirin, lêborîn, efûkirin û yekitiyê dikin.

Lêkolîner, akademîsyen û panelîstê li Zanîngeha Şêx Xelîfe Bin Zayid, Mihemed Hebeş bi rêya online beşdarî kongreyê bû. Mihemed Hebeş girîngiya rêzgirtina li hemberî tevahî baweriyan û xurtkirina têkiliyên mirovahiyê destnîşan kir û got, banga mirovan dilovanî ye û Xweda banga belavkirina hezkirinê di navbera tevahî mirovan de dike.

Mihemed Hebeş bal kişand ser rêgeza biratiya gelan û destnîşan kir ku Xweda ev rêgez xurt û delîlê vê yekê afirandina asîman û erd e û cudabûna zimanên mirovan e da ku tevkariyê bikin.

Mijara duyemîn a bi navê astengiyên li pêşiya biratiya di navbera mirovan de ji aliyê nûnera Zeredeştiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Alaserwan Huda Şêxmûs ve hat şîrovekirin. Alaserwan diyar kirin ku astengiyên li pêşiya birataiya di navbera mirovan de derketina nîjadperestî û xîtaba nefretê ye, şîroveyên şaş ên li ser ol û bawerî hatine kirin, astengiya din jî zîhniyeta paşguhkirin û neqebûlkirina aliyên din e.

Alaserwan Huda Şêxmûs îşaret pê kir ku zeredeştî banga avakirina civakeke exlaq û biratiyê dike, xîtabta nefret û cudekariyê red dike, bawerî, netewe û etnîkên din qebûl dike. Her wiha anî ziman ku armanca tavahî baweriyan belavkirina exlaq e.

Alaserwan Huda Şêxmûs di dawiyê de got: "Em li gorî talîmatên Xweda xwişk û bira bin. Bi vê yekê em dikarin jiyana hevbeş pêş bixin."

Di mijara sêyemîn de serokê Saziyên Lêvegera Olî ya Mihemed Hisên Fedilallah, zanyarê olî Elî Fedilallah semînerek li ser rola hîndarkirin û minhacan di aştî û şeran de amade kir. Semîner ji aliyê endama Navenda Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elya Mûsa ve hat xwendin.

Di semînerê de hate gotin: "Divê eniyeke civakî ya nîştimanî ya exlaqî were avakirin. Bi rêya vê eniyê em bibin yek û li hemberî hemû tiştên xirab bisekinin. Bêyî aktîfkirina vê nirxî em nikarin civak an jî dewletekê ava bikin. Her wiha bêyî wê em nikarin olan vegerînin çarçoveya kar û bandoriyê. "

Di mijara 4'emîn a li ser rola sazî û navendên cîhanê di biratiyê de, seroka berê ya Nivîsgeha Azadiyên Olî ya Kongreya Amerîkayê Nadine  Maenza bal kişand ser rola sazî û navendên olî di belavkirina çanda biratiyê û redkirina nîjadperestî û cudekariyê de.

Nadine Maeza got: "Sazî roleke sereke eger erênî be an jî neyinî be di belavkirina çand û ramanan de dilîzin. Divê ev sazî werin şopandin û birêxistinkirin da ku çanda biratiyê, qebûlkirina aliyên din, pêşxistina pirrengiya çandî û etnîkî belav bikin û civaka hevgirtî biparêze. Armanca me jî xurtkirina çanda hevdin qebûlkirin e û pêşxistina merc û azadiya olan e da ku her ferdek ol û baweriya xwe pêk bîne."

Nadine Maeza anî ziman ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çanda hevdin qebûlkirin û pirrengî heye û banga serdana van herêman kir.

Sekretêrê Giştî yê Saziya Misiriyan a Lêkolînên Çandî Semîr Fadil bi rêya dîmenekî beşdar bû. Semîr Fadil li ser heman mijarê axivî û got, ''Rola navend û saziyan mezin e. Gelek welatan bi rêya van navendan rêgezên biratiyê pêş xistin, çanda lêborînê belav kirin û hewldanên cûdekariyê pûç kirin, şer bi dawîn kirin û aloziyên civakan ji holê rakirin. ''

Fadil got, =Saziya Misiriyan a Lêkolînên Çandî hewl dide lihevkirineke civakê pêk bîne û civakê ji tundrawiya olî dûr bixe.

Hevseroka Mala Êzidiyana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Hemo jî behsa rola êzdiyatiyê di belavkirina aştiya civakî de kir. Hemo got: "Êzdiyatî destê aştî û hezkirinê dirêjî baweriyên din dike. Ji sedên salan ve sunne, şîe, xiristiyan û êzidî bêyî kêşe bi hev re dijîn û di navbera wan de hezkirin û biratî hene. Êzidî hîna bi van rêgazan ve girêdayî ne."

Kongreya Navneteweyî bi rûniştina duyemîn a li ser rola jinan di xurtkirina têkiliyên biratiyê de dewam dike.

(bb)

ANHA