Kombûna Jinan a Zenûbiya nameyên gefxwarinê yên li dijî rêbertî şermezar kirin

Kombûna Jinan a Zenûbiya gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tên xwarin, şermezar kirin û bang li tevahî jinan kir ku çalakiyên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya nameyên gefxwarinê yên li dijî rêbertî şermezar kirin
8 tîrmeh, 2023   13:17
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi beşdariya endamên kombûnê, rêxistinên civaka sivîl, nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî û Meclisa Xedra ya Idlibê têkildarî agahiyên dawî yên li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Endama rêveber a kombûnê Şehrezad El Casim daxuyanî xwend û got li ser navê Koordînasyona kombûnê li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ew vê kiryarê hovane û sûdar û ya li dijî tevahî pransîb, exlaq û pîvanên mafên neteweyî yên mirovan e şermzar dikin. Nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan ji navenda îxanet û zulmê Îmraliyê re dişînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van kiryar û şantajan û bi rêya gefxwarinê ku Rêber Abdullah Ocalan jehrî bike, hewl dide vîn û hêza wan bişikîne.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û her kesê têkildar hate kirin ku tedbîrên guncaw yên sînordarkirina van kriyarên derexalaqî û kirîmînîlîzakirinê pêk bînin, da ku li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan ewle bin, parêzer û malbat pê re hevdîtinê bikin.

(fr)

ANHA