Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Ocalan meşiya

Li Reqayî bi sedan kes li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Ocalan meşiya
Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Ocalan meşiya
Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Ocalan meşiya
Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Ocalan meşiya
Li Reqayê bi sedan kes ji bo Rêber Ocalan meşiya
8 tîrmeh, 2023   11:18
REQA

Li bajarê Reqayê bi pêşeniya ciwanan li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşeke hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, rûspî û şêxên eşîran jî tevlî meşê bûn. Meşê ji pêşiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê dest pê kir. Meşvanan bênavber dirûşmeyên « Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

Meş li Çerxerêya El Neîm a li navarasta bajêr veguherî mîtîngê. Li wir piştî rêzgirtinê, endama Tevgera Ciwanên Şoreşa a Sûriyeyê Heyva Şihazê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya ku dewleta Tirk a dagirker tevî hevalbendên xwe li dijî ramyar û Rêber Abdullah Ocalan ji 15′ê Sibata 1999′an de dimeşîne li dijî fikrê mirovahî yê azad e û hat gotin: “Lê belê Rêber Abdullah Ocalan dengê rastiyê gihand tevahî gelê herêmê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide derbeyê li projeya neteweya demokratîk bide û wiha dom kir: “Gerîla hêza xwe ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan digire, lewma êrişên dagirkeran vala tên derxistin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ruxmî zehmetiyên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, lê fikr û felsefeya wî li tevahî herêmê û cîhanê belav bûye û ji bo tunekirina vê fikirî dewleta Tirk rojane êrişan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û gihandina fikrên wî ji bo tevahî gelan, em ê di nava têkoşînê de bin.”

(fr/c)

ANHA