​​​​​​​OPCW bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla paşguh dike

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, çekên kîmyewî yên di destê dewleta Tirk a dagirker de ku bi dehan gerîla pê şehîd xistine, paşguh dike.

​​​​​​​OPCW bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla paşguh dike
8 tîrmeh, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bi daxuyaniyekê îdia kir ku çekên kîmyewî yên di depoyên dewletên beşdarên peymana ‎qedexekirina çekên kîmyewî de, hatine tunekirin.

OPCW bi vê daxuyaniya xwe bi hezaran êrişên bi çekên kîmyewî û gazên jehrî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, paşguh dike. Di encama wan êrişan de heta niha bi dehan kes hatin qetilkirin û zirareke mezin gihaştiye xwezayê.

Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleer (IPPNW) demek berê têkildarî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker raporek weşandibû.

IPPNW′ê di rapora xwe de gotibû “belge hatine bidestxistin” û banga destpêkirina lêpirsînê kiribû.

Parlamenterê Iraqê Soran Omer jî bang li hikumeta Iraqê kiribû ku ji bo lêpirsînkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê, komîteyek were avakirin. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi dehan caran daxuyanî dabûn û ji bo lêpirsînkirina êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê bang kiribû. Lê belê ne Iraq, ne welatên Ereban, ne jî rêxistinên têkildar mîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî heta niha der barê vê dosyayê de bê helwest mane.

(fr/c)

ANHA