Peyama KCK'ê ya ji bo Kongreya Ol û Baweriyan

KCK'ê diyar kir ku 2'yemîn Kongreya Ol û Baweriyan dê bibe meşaleya hêviyeke nû ji bo tevahî mirovahiyê û destnîşan kir ku pêwîstiya ol û baweriyan bi vegera li ser bingeha exlaq heye.

Peyama KCK'ê ya ji bo Kongreya Ol û Baweriyan
8 tîrmeh, 2023   11:32
HESKEÊ

Komîteya Ol û Baweriyan a KCK'ê peyamek ji Duyemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan re şand ku li Hola Serdem a Hesekê tê lidarxistin.

Cîgirê Hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan peymana Komîteya Ol û Baweriyan a KCK'ê xwend.

Peyama KCK'ê wiha ye:

"Bi ayatên hezkirin û rêzgirtinê em tevanî nûnerên ol û baweriyên Rojhilata Navîn ên di kongreyê de amade ne û hemû kesên ku bi rêya online û medyaya civakî kongreyê dişopînin, silav dikin. Em serkeftinê ji kongreya we ya duyemîn re dixwazin. Beşdarbûna we û kombûna we mînakeke bedew a hezkirinê nîşan dide.

Bi taybetî Rojhilata Navîn û Ukrayna, cîhana me di nava gelek şeran de ye. Em baş dizanin ku gelek dewlet û rêxistin di nava hewldanan de ne û diwazin tevlihevî û şeran li tevahî cîhanê biafirînin, nakokiyên etnîkî û olî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lidarxistina kongreya we ya duyemîn a ol û baweriyan di vê qonaxê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Beşdarên rêzdar,

Mirovahiyê ji dema ku ol û bawerî nas kiriye, rola mezin a exlaq di çareserkirina pirsgirêkên civakî û siyasî de nas kiriye. Ji ber vê yekê ol hêza xwe ji exlaq digire. Her wiha ol sedemeke sereke ya belavkirina exlaq û erkên civakî ne.

Ev çand û ev bawerî heta derketina modernîteya kapîtalîst û desthilata netewedewletê serwer bûn. Pergala modernîteya kapîtalîst a li ser esasê berjewendiyên madî hatiye avakirin, exlaq û asta bandora wê sînordar kirin. Modernîteya kapîtalîst têkiliyên di navbera ol û exalqê de xirab kirin da ku hegemonî û desthilata xwe mayînde bikin. Her wiha ol û bawerî xistin xizmeta neteweperestiyê.

Careke din em bi bîr dixin ku sedemên sereke yên pirsgirêkên exlaqî yên îro bi awayekî mezin xwe dispêre xirabkirina van têkiliyan. Ji ber wê em dibînin ku pêwîstiya ol û baweriyan ku vegera li exlaqê heye.

Eger ev girêdan bi awayekî qewîm were damezirandin dê nirxên manewî yên civakî hêzê bi dest bixe û dê pirsgirêkên siyasî li ser esasê azadî û demokrasiyê rêya çareseriyê bibînin û dê jiyan careke din rêwîtiya xwe ya li ser rêya edalet û wekheviyê berdewam bike. Ruxmî cudahiya di navbera wan de, gel û bawerî di nava hezkirinekê de ne. Ev yek di kongreya we ya îro de eşkere dibe. Careke din zanebûn û çandên ku hezkirin û aştiyê di olên Îbrahîmî de û islah û xêr di baweriya Zerdeştî de diyar dibin, xuya dibin. Dê careke din tevahî ol û baweriyên cîhanê bibin xwedî hawirdorekê ku dikarin tê de peyvên xwe yên xweştir û nirxên exlaqî bêyî dudilî bi her kesî re bibêjin û parve bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku kongreya we bibe meşaleyeke nû ya hêviyê ji bo tevahî mirovahiyê. Em bi hêvî ne ku her bawermendek xwedî wijdan kedeke mezin bide da ku vê kongreyê pênase bike û wê bighîne armancên wê.  Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya mirovahiya bi qîrîneke hevbeş heye ku xîtabî wijdanê mirovahiyê bike û a nirxên mirovahiyê bilind bike. Em bi hest û ramanên xwe tev li we bûne û dibêjin ku em amade ne di vî warî de bi we re bixebitin.

Herêma Rojhilata Navîn di aliyê civakî, siyasî, aborî û olî de di nava gelek pirsgirêkan de ye. Di nav de cografiya ku hûn kongreya xwe lê li dar dixin jî anku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye bi giştî 12 sal in di nava şeran de ne. Tevgerên mîna DAIŞ'ê li benda nakokiyên olî, bawerî, cudabûna nasnameyên entîk in ku xetere û pirsgirêkan çêdikin.

Mîna ku DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de komkujî li dijî Êzidiyên li Şengalê kiribûn, dewlet û rêxistinên xwedî vê ferasetê tevahî hewldanan dikin da ku bi rêya komkujiyên hovane û rêbazên qetlîmanan dewlemendiya çandî û kevneşopî ya gelên herêma me hilweşînin. Ev rêbaz di cewherê xwe de îradeya afînerî înkar dike û pêşî li pirsgirêk û aloziyên din vedike.

Dewleta Tirk li cudabûna ol, bawerî û nirxên entîkî wekî dewlemendiyeke çandî nanêre. Lê bi hemû rêbazan hewl dide vê çandê ji holê rake. Dewleta Tirk a li ser esasê îdeolojiya îslama Tirk ava bûye bê guman wê di bikaranîna ola îslamê de dudilî nebe, dibe ku bighêja asta înkarkirina ayetên Xwedê. Dewleta Tirk hemû rêbazên durûtî pêk tîne da ku berjewendiyên xwe yên neteweyî pêk bîne. Dewleta Tirk bi bikarnaîna ola Îslamê û nirxên entîkî hewl dide nasnameya olî û entîkî ya dewlemend a gelê Kurd înkar tune bike.

24'ê vê Tîrmehê sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin. Peymana Lozanê înkarkirin û qirkirina gelê Kurd pejirandin. Gelek hêzên herêmî û navneteweyî bi îdiaya  vê peyamana qetlîmê, siyasetên dewleta Tirk qebûl dikin û mafên mirovahiyê yên herî biçûk û rewa yên ku Xwedayê mezin daye gelê Kurd, înkar dikin. Ev hêz bi rêya  krîmînalîzekirina têkoşîna rizgariya gelê Kurd û pênasekirina wê wek terorîstan hewl didin gunehên xwe veşêrin. Di vê kongreya we de ya ji bingehê ku cudabûna baweriyan dewlemendî, pirrengî ye û hebûna wan xurt dike û nirxên mirovahiyê bilind dike û bi boneya derbasbûna sed salan di ser Peyaman Lozanê re em ji we dixwazin ku piştgiriyê bidin daxwazên edilane û mirovî yên gelê Kurd.

Bawermendên rêzdar ên tevahî ol û baweriyan,

Di aliyê nasnameya civakî ya dîrokî de, em tevahî xwedî du nasname; nasnameya entîkî û nasnameya olî ne. Her du nasname dewlemendiya çandî ya hebûna me ne. Bawerî, jiyan û pêkanîna siyasaetê ya li ser esasê rêzgirtina nasnameya etnîkî û olî ya tevahî gelan nûnertiya rasteqîn a nirxên mirovahiyê ye. Ev yek jî exlaq, nirxên mirovî, olî, pêşverû û demokratîk hewce dikin.

Tevgera me di wê baweriyê de ku dê sedsala 21'an de nirxên mirovahiyê yên li ser bingehê exlaqên azadiyê careke din li dergûşa xwe Mezopotamyayê pêş bikevin. Lidarxistina vê kongreya we baweriya me bi me xurtir kir.  Ya herî girîng jî ew e ku kongrê girîngiyê dide pirsgirêkên jin, malbat û pirsgirkên ekolojîk. Her wiha balê dikişîne ser pirsgirêkên şer, bêkarî, xizanî û nexweşiyan û têkoşîna ji bo çareseriyên li ser esasên demokrasiyê.

Di roja me ya îroyîn de, divê kesayet, saziyên civakî komên olî yên xwedî bandor, erk û berpirsyarên mezin nas bikin û çareseriyên demokratîk ji pirsgirêk û dozên mirovî re pêşkêş bikin. Bê guman kongreya we balê dikişîne ser van erk û berpirsyariyan û nîqaş dike. Ev yek cihê teqdîr û nirxên bilind e.

Wekî Komîteya Ol û Baweriyan a KCK'ê em diyar dikin jiyana li ser esasê heqî, xêr û bedewbûnê, cewherê tevahî ol û baweriyan e. Ev jî rengên hezkirin, aştî û biratiyê didin têkiliyên di navbera ol û baweriyan. Ji ber vê yekê me dît ku erka me ye bi hest û nêrînên xwe beşdarî kongreya we bibin. Em kongreya we ya bi dirûşma 'Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind dikin" silav dikin. Her wiha me xwest teqez bikin ku em bi we re têkoşîna we raber dikin. Em zehmetiyên li pêşberî we û serketin û destkeftiyên ku hûn bi dest dixin, parve dikin.

Bi vê baweriya xwe, em we; bawermendên rêzdar careke din we bi hezkirin û rêzdariyê silav dikin. Dîsa em tevahî bawermendên xwedî wijdan ên hemû ol û baweriyan ku guh didin bangên me silav dikin. Em hêviya pêşerojeke ronî û xweş ya li ser bingehê nirxên mirovî û exlaqên azadiyê ji tevahî mirovahiyê re dixwazin."

(bb)

ANHA