Sûriye, Filistîn û OPEC rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên DYA-Rûsya li Sûriyeyê, êrişên Îsraîlê yên li dijî Nablis a Fililstînê û astengiyên li pêşiya endamên OPEC'ê.

Sûriye, Filistîn û OPEC rojevên rojnameyên erebî bûn
8 tîrmeh, 2023   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî provaksyonên Rûsya-Amerîkayê li qada hewayî ya Sûriyeyê nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya Amerîkayê ya têkildarî mijarê û wiha nivîsand: “Amerîkayê şeva pênşemê ragihand ku balafirên Rûsyayê li qada hewayî ya Sûriyeyê carek din provaksayon kirine. Di nava 2 rojan de du caran bûyerên bi rengî rû dan. Ev yek fikaran çêdike ku her du alî rû bi rûyî hev bimînin, nexasim ku hêzên Rûsya û Sûriyeyê di vê demê de tatbîqatan li Sûriyeyê pêk tînin.”

GEFÊN ÎSRAÎLÊ YÊN DİJÎ NABLİSÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê êrişên Îsraîlê yên Filistînê de jî nivîsî: "Îsraîlê duh gef li Nablisê xwe ku wî bajarî bike Cinîna duyemîn. Ev gef nîşan dide ku çawa hêzên Îsraîlê destpêka vê hefteyê de êrişî Cinînê kiriye, wêranî pêk aniye, gelek kuştî û birîndar çêbûne, dê êrişî Nablisê jî bike."

'SİBEROJA OPEC'Ê NE MÎSOGER E'

Rojnameya El Ereb têkildarî astengiyên li pêşiya endamên OPEC'ê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hat gotin: "Gelek astengî li pêşiya dewletên endamên OPEC'ê hene. Astengiyên sereke ew e ku armanc û berjewendiyên welatên OPEC'ê li hev nayên. Ev yek vê gefê dixwe ku rêxistina OPEC'ê tune bike. Li gorî şopdaran, rêxistina OPEC saziyeke hevgirtî ye. Eger nirxên petrolê kêm nebe, ev hevgirt têk naçe. Serokên OPEC'ê di civîna xwe ya dawîn de ku di Hezîranê borî de hatibû lidarxistin, biryar da ku kêmkirina hilberîna dilxwazî heta sala 2024'an dirêj bikin. Her wiha biryar da ku para endamên ku di gihiştina astên hilberînê de zehmetiyan dikişînin, rast bikin."

(fr/bb)