Di 6 mehan de 608 penaberan jiyana xwe ji dest da

Li gorî daneyên Foruma Tunisê, di 6 mehan de li beravên Tunisê 608 penaberan jiyana xwe ji dest daye.

Di 6 mehan de 608 penaberan jiyana xwe ji dest da
8 tîrmeh, 2023   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî ku bi dozên penaberiyê re jî eleqedar dibe, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 608 penaberan li beravên Tunisê jiyana xwe ji dest dane û winda bûne.

Ev hejmar (daneyên 6 mehan) bi qasî hejmara mirî û windahiyan ên sala 2022`yan in.

Tenê di meha Nîsanê de 373 penaber di avê de xeniqî bûn an jî winda bibûn.

Li gorî daneyên Foruma Tunisê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de derbasbûna 32 hezar penaberan ji aliyê hêzên deryayî yên Tunisê ve hatî astengkirin, 4 hezar û 316 welatiyên Tunisê jî xwe gihandine beravên Îtalyayê.

(fr/c)