Dewleta Tirk çiyayê Kurejaro û Biradostê bombebaran kirin

Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurejaro û gundên herêma Biradostê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk çiyayê Kurejaro û Biradostê bombebaran kirin
8 tîrmeh, 2023   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Kurejaro ya li devera Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Der barê ziyanên êrişê de zanyariyên zelal nehatin parvekirin.

Duh êvarê jî balafirên şer ên dewleta Tirk çend gundên Şêladizê bombebaran kirin.

Rojnews ragihand ku gundên Bêrkme, Binqelat, Tarstaw û çiyayê Kunekotir ên herêma Biradostê jî ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombebarankirin. Hate gotin, bombebaranê bi qasî nîv saetê berdewam kiriye û di van kêliyan de jî balafirên şer li ser asîmanê deverê digerin.