Kremlîn: Em hevdîtina Erdogan-Zelensky ji nêz ve dişopînin

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got welatê wî hevdîtina serokên Tirkiye û Ukraynayê ji nêz ve dişopîne.

Kremlîn: Em hevdîtina Erdogan-Zelensky ji nêz ve dişopînin
7 tîrmeh, 2023   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro serdana Tirkiyeyê kir. Ev serdan ji Sibata 2020`an ve ya yekemîn e.

Li gorî medyaya dewleta Tirk a dagirker, dê Zelensky bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî ragihand ku Moskov dan û standinên di navbera her du serokan de ji nêz ve dişopîne û girîngiyê dide nîqaşên ku dê bên kirin.

Ev serdan 4 roj beriya lidarxistina lûtkeya NATO`yê ku tê payîn di 11 û 12`ê Tîrmehê de li Vilniusê bê lidarxistin, pêk tê.