​​​​​​​Li herêmên dewleta Tirk dagir kirine xizanî zêde dibe

Li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rêjeya xizanî û feqîriyê zêde bûye. Her wiha rêjeya malbatên di sînorê birçîbûnê de ji sedî 40 e.

​​​​​​​Li herêmên dewleta Tirk dagir kirine xizanî zêde dibe
7 tîrmeh, 2023   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, êş û azarên bihabûn, tevliheviya bihayên derman, kel û pelan û sotmeniyê dikişînin. Ji Cerablus, Bab, Ezaz heta bi Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê welatî ji ber şer û pevçûnên rojane yên çeteyan li ser dizî, mal û milkên welatiyan, êşan dikişînin.

Li gorî gelek çavkaniyan, li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, rêjeya xizanî û feqîriyê zêde bûye. Rêjeya malbatên di bin asta feqîriyê de ne ji sedî 89.24 e û rêjeya malbatên di sînorê birçîbûnê de ne ji sedî 39.64 e.

Piştî dewleta Tirk herêmên Sûriyeyê dagir kirine, ziman û pereyê xwe ferz kirin.

Nirxê lîreyê Tirkiyeyê di vê dawiyê de gelekî daketiye. Dolarek zêdetirî 26 lîreyê Tirkiyeyê ye.

(fr)