Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin

Rêveberiya Xweser cenazeyên 11 penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 5`ê Hezîranê de li beravên Cezaîrê noqî avê bûbûn, wergirtin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên 11 penaberan radestî malbatên wan hatin kirin
7 tîrmeh, 2023   11:04
TEBQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd cenazeyên 11 kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li beravên Cezaîrê noqî ava bûbûn û xeniqîbûn, wergirtin.

Penaberên ku di 5`ê Hezîranê de noqî avê bûbûn, hewl dida xwe bigihînin Ewropayê.

Darîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ji bo cenazeyan bigihînin malbatên wan, bi hikumetên Cezaîr, Lubnan û hikumeta Şamê re peywendî danîn.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji kesên cezayên wan hatine wergirtin 8 ji Kobanê ne, 3 kesên din ji Qamişloyê ne.

Vê sibehê saet di 09:00′an de şandeyeke rêveberiyên xweser ên herêmên Firat û Cizîrê û Heyva Sor a Kurd tevî malbatên qurbaniyan ji bo wergirtina cenazeyan çûn dergehê li Tebqayê. Piştî wergirtina cenazeyan jî ber bi Qamişlo û Kobanê ve bi rê ketin ku dê cenazeyan li wir veşêrin.

(fr/c)

ANHA