Li ser rêya Hums-Tedmurê qezaya trafîkê: 16 mirî

Li ser rêya Hums-Tedmurê qezaya trafîkê çêbû. Di encamê de 16 kesan ku di nav de zarok jî hee, jiyana xwe ji dest da.

Li ser rêya Hums-Tedmurê qezaya trafîkê: 16 mirî
7 tîrmeh, 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYA

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, vê berbangê li ser rêya Hums-Tedmurê li nêzî gundê Cemîliyê yê li rojhilatê Humsê qezeya trafîkê çêbûye.

Li gorî heman çavkaniyan, tîmên ′Dîfa El Wetanî′ ên Humsê ku berê xwe dabûn cihê qezayê, da zanîn ku di qezayê de 16 kesên ku di nav de jin û zarok jî hebûn, jiyana xwe ji dest da û cenazayên wan rakirine nexweşxaneyên Humsê.

Roja çarşemê jî li nêzî stasyona Dibsawî ya li ser rêya Şam-Helebê jî qeza çêbûbû û di encamê de 7 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabû, 38 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî nûçeya rojnameya El Wetan, serokê Buroya Trafîkê ya Hemayê Welîd El Icêlî diyar kir ku tenê di Hezîranê de li Hemayê 41 qeza çêbûne.

(fr/c)