​​​​​​​2 gerîlayên birîndar dîl ketin

HPG’ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker herêma Sîxurpaşa ya Elkê ya Şirnexê bombebaran kiriye û di êrişê de gerîla Alîşêr û Maaz bi giranî birîndar bûne û dîl ketine destê dijmin.

​​​​​​​2 gerîlayên birîndar dîl ketin
7 tîrmeh, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da. HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“Li Botanê;

Di 21’ê Hezîranê de dema hevalên me Alîşer (Murat Yalçin) û Maaz (Bişar Bahadir) li herêma Sîxurpaşa ya navçeya Elkê ya Şirnexê li ser erka xwe bûn, cihê ku ew lê bûn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate bombekirin. Heta 22’yê Hezîranê saet 09:30’an qada ku hevalên me lê bûn bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Her du hevalên me yên di encama bomberdûmanê de bi giranî birîndar bûbûn, ji aliyê dijmin ve dîl hatin girtin.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

6’ê Tîrmehê saet 09:40’î de pergala radarê ya dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên gerok ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Di 5 û 6’ê Tîrmehê de herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran, Qadên Berxwedanê yên Golka û Girê Hakkarî yê Metînayê 3 caran; bi tevahî 9 caran ev qad bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 6’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê yên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê jî 66 caran obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di 6’ê Tîrmehê de li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dron geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker di 6’ê Tîrmehê de êriş birin li ser çeperên me yên Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û hewl daye bi kepçeyan tunelan qul bike û hilweşîne."