Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdaneke nû

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kir.

Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdaneke nû
7 tîrmeh, 2023   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li herdu saziyan dan û daxwaza hevdîtinê kirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan werbigirin.

Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin lê bersivê nikarin werbigirin.