​​​​​​​Genimê îsal dewreyeke aboriyê ya hevgirtî peyda kir

Xelkê Reqa û aborînasan diyar kir ku mewsima çinînê bandoreke erênî li aboriya giştî ya herêmê dike û dewreyeke aborî ya hevgirtî di nava tevahî beşên civakê de pêk tîne.

​​​​​​​Genimê îsal dewreyeke aboriyê ya hevgirtî peyda kir
​​​​​​​Genimê îsal dewreyeke aboriyê ya hevgirtî peyda kir
​​​​​​​Genimê îsal dewreyeke aboriyê ya hevgirtî peyda kir
​​​​​​​Genimê îsal dewreyeke aboriyê ya hevgirtî peyda kir
​​​​​​​Genimê îsal dewreyeke aboriyê ya hevgirtî peyda kir
30 hezîran, 2023   04:24
REQA-EHMED EL ESAF

Piştî 2 salên ziwabûn û nebarîna barana guncaw, ji destpêka zivistanê ve xêr û bêr û barana baş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda bû. Wê yekê mewsima genim, ceh û çandiniyên din bi ser xistin. Rêveberiya Xweser jî bihayeke baş a genim diyar kir. Di encamê de rihetiyek li gel cotkaran çêkir.

Li gorî texmînên Desteya Çandinî û Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, genimê îsal baş e û tê texmînkirin ku Rêveberiya Xweser ku hîna genim li navendên wergirtinê pêşwaz dike, nêzî milyonek ton genim wergire.

/kr/uploads/files/2023/06/29/180718_-.webp

Cotkar Yasir El Ebdullah ê ji başûrê Reqayê got ev mewsim ji tevan re mewsimeke xêr û bêrê ye. Berhema îsal çi bejî û avî be baş bû. Ew yek bi cotkaran re bû alîkar ku aktîfbûna xwe ya piştî 2 salên ziwabûnê vegerîne.

El Ebdullah wiha domand: "2 salên berê heta teneyeke genim jî li beyarê nehat. Ji ber ku ziwabûn hebû, lê îsal jî li hemû depoyên ku Rêveberiya Xweser vekirine, genim tijî bû. Nîşaneya vê yekê jî di vê dawiyê de jî genim di tûran de hate wergirtin."

El Ebdullah diyar kir ku wî 100 donim genim bejî çinî û berhema her donimekê nêzî 150 kîlo da û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku çandin bejî bû û tu lêçûnên zêde tune bûn, ev berhemeke baş bû."

Zêdebûna berhema îsal, li pêş tevahî cotkaran derfetek vekir ku projeyên aborî yên din pêk bînin. Cotkaran amûrên çandiniyê kirin û pergala çandiniya li herêmê bi pêş xist. Ebdullah bi berhema xwe ya îsal niyet dike ku bîreke avê li nava zeviyê xwe bikole û jenetorekê ji bo derxistina avê bikire.

′ÇANDINÎ JI BO TEVAN DERFETEKE BAŞ E′

/kr/uploads/files/2023/06/29/180634_-.webp

Yek ji karkerên bi çinînê re dixebite Hisên El Casim ê ji başûrê Reqayê li ser mijarê wiha got. "Genimê îsal baş bû û derfeteke xebatê bi awayekî baş peyda kir. Lê îsal derfeteke baş û demeke dirêj hebû. Ez û karkerên xwe ve bi alavên çandiniyê li şûna çinîna bidestan di çinîna genim de dixebitin."

Çinîn û zêdebûna wê li nava zeviyên bejî û avî ji hemû civakê re; karker, bazirgan, xwediyên traktoran û erebeyan ewlehiyeke aboriyê pêk anî. Ev hemû beş îro di nava qonaxeke xebatê ya hevgirtî de ne.

Li ser destheqan El Casim wiha got: "Destheqên em digirin baş in. Her karkerek rojê heta 150 hezar lîreya Sûriyeyê werdigire. Ev yek baş e. Dê karê me heta meheke din di mewsima genim de hebe. Ev xêr ji bo tevan e."

′ZÊDEBÛNA ÇÊREGEH Û KÊMBÛNA BIHAYA ÊM′

Bihara îsal jî ji pezê herêmê re çêreke baş, bêyî lêçûnan, peya kir. Wê yekê tevgera kirîna li sûkên pez û bilindbûna bihayên wê zêde kir. Her wiha di parastina dewlemendiya sewalvaniyê de bi taybet mehan bû alîkar.

Xwediyê pez Ehmed El Xalid ê ji rojhilatê Reqayê wiha got: "Îsal sala xêrê û xebatê ye. Ji nû ve pîşeya me ku me ji ber ziwabûnê winda kiribû vegerî."

El Xalid diyar kir ji destpêka biharê ve pezê wî bêyî kirêkirina zeviyên çandiniyê yan jî dayîna pereyan li hember çêrandinê diçêre. El Xalid wiha domand: "Bihaya êm, bi hevrûkirina salên borî re hinekî kêm û guncaw bû. Par bihayê kîloyek ka gihaşt hezar lîreya Sûriyeyê û îsal bi 250 lîreya Sûriyeyê tê firotan.

El Xalid destnîşan kir ku heta 3 mehên din çêre ji pezên wî û pezê xelkê herêmê re heye. Ev yek dê bandoreke erênî li ser xwediyên pez bike.

′ZÊDEBÛNA GENIM DÊ DEWREYEKE ABORÎ YA HEVGIRTÎ PEYDA BIKE′

/kr/uploads/files/2023/06/29/180702_-.webp

Li ser girîngiya aboriyê ku dê genim îsal pêk bîne, hevserokê Komîteya Aboriyê ya Redayê Reşad Kirdo wiha got: "Genimê îsal baş bû û bi hevrûkirina par re ji ber zêdebûna baranê, pir baş e."

Kirdo wiha domand: "Di Reqayê tenê de mîqdara genim 400 hezar ton bû. Di vê yekê de rola rêveberiyê di piştgiriya cotaran de û diyarkirina her kîloyekê bi 43 sentan de hebû."

Reşad Kirdo wiha pê de çû: "Genim berhemeke stratejîk e û zêdebûna wê dê dewryeke baş a aboriyê ji herêmê re pêk bîne; çi di aliyê mîmariyê yan jî bazirganiyê, tevgera endurstî û xurdemeniyê. Di dawiyê de ev berhema mezin ji ber kedên cotkarên me ye."

Kirdo wiha dawî li gotina xwe anî: "Me 2 salên berê genim û ard ji derve dianî, ev tiştekî neyênî ye. Lê îsal pêdiviya me bi kirîna ji derve tune ye. Di encamê de dê pereyên biyanî li herêmê dabîn bike û dê rêveberî mîqdara nan ji malbatan re di qonaxa pêş de zêde bike."

Li gorî aborînasan, diyarkirina genim bi dolar dê hinekî îstîqrarê ji cotkar û bazirganan re peyda bike da ku her du alî zirarê nebînin. Ji ber ku cotkar piranî pêdiviyên erd û berhema xwe bi dolar dikire. Ev di hevsengiya aboriyê de bingehek e, ji ber ku pereya Sûriyeyê li gorî dolar û pevguhartinê ne îstîqrar e.

(fr)

ANHA