Xwedawendeke mîna navê xwe jîndar: Zîlan

Şehîd Zîlan digot “Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin.” û ji bo gelê Kurd pîvaneke nû ya jiyan û wateyê danî.

Xwedawendeke mîna navê xwe jîndar: Zîlan
30 hezîran, 2023   03:40
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Zeynep Kinaci (Zîlan), bi çalakiya xwe pîvanên jiyanê diyar kirin û veguherî xetekê û ji bo Tevgera Azadiyê û Kurdistanê bû destpêkek. Beriya 27 salan dema ku şehîd Zîlan destpêkeke nû di dîroka Kurdistanê de ava kir. Bi hezaran jinên ku li dijî teslîmiyetê ji zinaran xwe avêt û bi hezaran zarokên ku hatin revandin û kirin devşîrme, bi teqandina bedena xwe mîna volkanekê bû tola wan. Şehîd Zîlan mîna volkanekê dijmin di agirê xwe de şewitand, bû navê nemiriyê û dem û dewran wek 'beriya Zîlanê' û 'piştî Zîlanê' hate dabeşkirin.

Zîlan di sala 1972’yan de li gundê Elmali yê Meletiyê ji dayik dibe û ji eşîra Mamûrekî ye ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê kurdbûna xwe parastibû. Şehîd Zîlan di dibistana amadehiyê de beşa tenduristiyê dixwîne û piştre ji Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk a Zanîngeha Meletiyê der diçe. Di dema zanîngehê de li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsyen dixebite. Di salên 1990'î de Tevgera Azadiyê pêl bi pêl belavî hemû Kurdistanê dibe û şehîd Zîlan jî di lîseyê de dibe sempatîzana PKK'ê. Di sala 1994'an de li Edeneyê ji bo xebatên eniyê nêzî salekê xebatê dimeşîne. Şehîd Zîlan di zanîngehê de bi hevalekî xwe yê di heman zanîngehê de dizewice lê xwe li qalibên civakî yên ferzkirî nagire û li pêşiya têkoşîna xwe nake asteng. Di sala 1995’an de li herêma Dêrsimê tev li nava refên PKK'ê dibe û wek navê kod ‘Zîlan’ digire ku wateya wê vejîn e.

'EZ JI JIYANÊ Û MIROVAN PIR HEZ DIKIM...'

"Dema ez di nava refên artêşê de bûm, min hemû aliyên kesayetiya xwe li gorî dema borî baştir nas kir û gelekî bi pêş ketim. Ez dikarim bêjim ku di mijarên wekî îdia, biryardarî, moral û zelalbûnê de ez bi hêztir bûm." Şehîd Zîlan bi van gotinan bandora tevlêbûna nava PKK'ê ya li ser xwe vedibêje.

"Îdiaya min a jiyanê gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ez dixwazim vê çalakiyê bikim, ji ber ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim. Ez dixwazim bibim sembola jinên Kurd." Şehîd Zîlan bi van hevokan di nameya xwe de ku li pey xwe hiştiye, deqa xwe li dîrokê dide û di merasîmeke leşkerên Tirk a di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar dixe. Çapemeniya Tirk hejmara miriyan vedişêre, tenê mirina 8 leşkeran dide. Lê belê di wê çalakiyê de zêdetirî 50 efser û leşkerên Tirk têne kuştin.

Şehîd Mehmet Tunç: Mîna bazekê bû...

Yek ji kesên ku şahidî ji vê çalakiyê re kir hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç bû ku ji kesayetên sembol ên Berxwedanên Xwerêveberiyê bû û di Sibata 2016'an de şehîd bûbû. Di havîna sala 1996'an de, Tunç şefê koma bandoyê ya yekîneya leşkerî bûye û di rojnivîska xwe de ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsiye ku şehîd Zîlan çalakî li ber çavê wî pêk anî û wiha vedibêje: "Ew qasî profesyonel tev geriyabû ku her kes matmayî kiribû. Nobedaran nekarî wê bisekinîne, kameraman dîmenên wê dikişandin. Mirov digot qey diçe dawetekê. Piştî ku min pêlavên wê yên sporê û kablo dîtin, min got qey kabloyên mîkrofonê ne û parçeyekî pêşandana dewletê ye. Em koma bandoyê 9 kes bûn, loma qet bala xwe neda me, wekî bazekê xwe berda nav efser û koma qerebalix a leşkeran.

Piştî ku ket nav leşkeran, êdî meydan ji deng û cenazeyan veguherî roja qiyametê. Ji ber ku teqîn di nava leşkeran de bû, pir bandor li koma me nekir. Lê ji tabûra me 22 leşker mirin. Ez jî di nav de, bi dehan kes birîndar bûn. Lê belê mîna hemû çalakiyên îro li Kurdistanê pêk tên, hingê jî dewletê ji 22 leşkeran tenê mirina 8 leşkeran da...”

CIHÊ ÇALAKIYÊ: KEVNEŞOPA DERSÎMÊ YA JINÊN SERHILDÊR

Piştî wê rojê êdî tu tişt wekî berê nebû. Ev şêweyê çalakiyê ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di heman demê de ji bo dîroka Tirkiyeyê jî yekemîn bû. Li pêşberî vê çalakiyê dewleta Tirk şoq bûbû, tirs ketibû navê. Cihê çalakiyeke bi vî rengî ya birûmet, diviyabû mohra xwe li dîrok û paşerojê jî bixista. Dêrsim ji berê de bûye hedefa serdestan lê belê ‘siwar hatinê lê peya jê çûne’. Herî dawî di sala 1938’an de qada berxwedanê bû, cihê Zarîfeyan, Besêyan, jin û gelê ku teslîm nebû. Bajarê ku bi hezaran salan e bûye qada berxwedanê û êrişên dagirkeriyê, bi çalakiya şehîd Zîlan re rengê nû yê berxwedanê yê bîra civakî diyar kir.

DEMA ÇALAKIYÊ: BERSIVA JI KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER OCALAN RE

Aliyekî din ê çalakiya şehîd Zîlan ew bû ku bersiveke li dijî hewldana sûîqestê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû. Ji bo Tevgera Azadiyê û siberoja gelê Kurd jî saleke xeternak bû. Ji aliyê hêzên navneteweyî ve li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de planeke berfireh a komployê dan destpêkirin. Ekîba sûîqestê ya dewleta Tirk demeke dirêj li Şamê li dijî Rêber Abdullah Ocalan amadekariya êrişa bi bombeyan kir û roja 6'ê Gulanê êriş kir û wesayîteke ku toneke teqemeniya C4 xistibûnê, li nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê teqandin. Di vê êrişê tu kesî zirar nedîtibû lê li gel wê tesfiyekirina gerîla ya li Başûre Kurdistanê jî hedefeke komployê bû. Tesfiyekariya ku dixwest bi jiyan û şêwaza şer a PKK'ê bilîze jî, bi pêş diket. Şehîd Zîlan ev hemû xetere dîtin û li ber wan êrişan bedena xwe kir mertal.

Rêber Abdullah Ocalan der barê dema çalakiya şehîd Zîlan de wiha dibêje: “Tevî ku hewldana sûîqestê ya di 6'ê Gulanê de bi ser neket jî, Zîlanê xetereya wê êrişê gelekî baş dît û di 30’ê Hezîranê de li Dêrsimê çalakiya fedaî kir. Dema ku di hundir de bendbûneke taktîk û li derve jî îmha dihate ferzkirin, çalakiya Zîlanê sala 1996’an kir saleke ku pêşî li taktîkê vedike û rêya serkeftinê bêhtir ronî dike.”

PEYAMA ŞEHÎD ZÎLAN A JI BO GELAN

Îro jî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo rojanekirina komployê û êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dewam dikin. Bêdengiya wijdanan a li hemberî van polîtîkayan, banga şehîd Zîlan a ji gelên cîhanê re tîne bîra mirov: “Heke hûn naxwazin vî sûcê li dijî mirovahiyê bikin, mil bidin milên gelê Kurdistanê, destekê bidin wan, mêjî û dilê xwe yê ji aliyê emperyalîzmê ve hatiye hilweşandin, paqij bikin û hema rabin û guhê xwe bidin qîrînên azadiyê yên gelekî. Di vî dengî de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye."

Li çiyayan, li deştan, li bajaran, her qada jiyanê şopînerên şehîd Zîlan têkoşînê gerdûnî dikin û di heman demê de navê wî jî di stran, rojnivîsk, perwerdeyên akademiyan û bîranînan de nemir dibe.