​​​​​​​′Bê serok jiyan nabe′ Zîlan wiha felsefeya jiyana azad ava kir-Hêvîdar XALID

​​​​​​​′Bê serok jiyan nabe′ Zîlan wiha felsefeya jiyana azad ava kir-Hêvîdar XALID
30 hezîran, 2023   00:16

Bê serok jiyan nabe..! Ger jiyanek hebe bila bi rêbertî re be, ji bilî wê jiyan ji hemû wateyên wê hatiye têkbirin û wateya wê nîn e, bi taybet ji bo her kesên bi doza azadiyê bawer e û ji bo her Kurdekî/ê ji bo edalet û wekheviyê tê dikoşe û ji bo jinekê Kurd di oxira azadiyê de tê dikoşe jî.

Belê, "Bê serok jiyan nabe" diruşma ku têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê li hember siyasetên hêzên hegemon ên cîhanê ku li dijî lîstokan pêk tînin avêtin. Wan komployeke navneteweyî ya qirêj beriya zêdetirî 20 salan li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Ev diruşma piştre veguherî felsefeyeke jiyana azad li Kurdistanê û bû metoda ku hemû lêkoînerên maf û rastiyê li ser dimeşin û bi sedan di dirêjahiya dîrokê de canê xwe di oxira vê yekê de da.

Siyasetên rejîma global li dijî gelê Kurd, doz û rêberê wî bê navbera çewisandin, qirkirin û zulmê pêk tîne. Gelê Kurd di hemû binpêkirin, siyasetên îzolkirin û planên têkbirina têkoşîna wî ya azad re derbas dibe; bi rêya înkarkirin, koçberkirin, pêkanîna siyasetên tirkkirin, demografiya herêmê. Li kêlek wê jî siaysetên tecrîdkirina giran bi awayekî derqanûnî û di aliyên mirovî û exlaqî de nayê qebûlkirin li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin. Bê guman ev hemû binpêkirin, siyaset û stratejiya rejîma hegemoniyê ya cîhanê ye û li dijî gelê Kurd pêk hat û pêk tê; siyasetmedar û çalakgerên Kurd ji hêla rejîma Tirkiyeyê ve tên girtin, her devera ew lê ne tên hedefgirtin û êdî Kurd ji bo dijmin û bi tybet rejîma Tirkiyeyê bû hedefeke sereke.

Sedema vê yekê ew e gelê Kurd xwedî vîna azad û xurt e. Ji lew re dijminên wî hewl didin derbeyê li vê vînê bidin û rêxistina wî ya îdeolojî û projeya wî ya rewa a ji bo çareserkirina tevahî dozên li herêmê girêk in, têk bibe. Ji ber ku ew proje hêviya yekane ya mirovahiyê ye ku rizgar be û ji komkujiyên bi destên desthilatan xelas be.

Ji bo bersivdana van komployên qirêj; bi sedan têkoşer û lehengên tevgera Kurdistanê fedekariyên mezin li hember van siyaset û êrişên li dijî hebûna Kurdan û Rêber Abdullah Ocalan li tevahî qadên têkoşînê li Kurdistan û derveyî wê, da. Diruşma "Bê serok jiyan nabe" weke armanca jiyanê avêtin û serî ji tevahî daxwazên dijmin ên erzan re daneynan da ku mirovahî bi ewle û aştî bijî.

Hevrê Zeyneb Kinacî (Zîlan) yek ji pêşengên biryar daye şerê jiyana azad li dijî siyasetên împeryaliya cîhanê ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd û tevahî hezvanên mirovahiyê tê hedefgirtin, bimeşîne. Hevrê Zîlan di 30′yê Hezîrana 1996′an li Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê çalakiyeke fedaî kir û derbeyeke giran li dijmin û benesaziya zihniyeta faşîst da. Ji ber dijmin hewl dida Kurdan têk bibe û têkoşîna wan a dîrokî û rizgariyê tune bike. Bi wê re mîmarê azadî û jiyana li Kurdistanê Rêber Abdullah Ocalan hedef girt. Zîlanê bi rêya çalakiya xwe ya fedaî ku xwe bi dijmin ve teqandiye, girêdayî vîna xwe bi azadiya Rêber Apo û wefedariya bi têkoşîna rizgariyê ve nîşan da. Ew bersiveke tund û aşkera li hember kiryar û komkujiyên dijmin e. Bersiv ne ji radestbûnê re, belê ji sekna li hember dijmin re di mala wî de, heta ku berdêla wê ruhê me yê giranbuha be.

Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî li cîhanê deng veda û di wê demê de cihekî mezin da raya giştî û medyayên dîjîtal. Hevrê Zîlan tirs û xof xist nava dilên dijmin û bi saya vîna, îsrara xwe û ruhê şoreşgerî yê bilind, kûrbûna fikir û îdeolojiyê ku ji analîz û felseeya Rêber Apo wergirtî, her wiha têgeha jiyana azad û ferdê azad û rola wî di gihandina civakê de hevrê Zîlan qonaxeke nû li pêş têkoşîna Kurdistanê li dijî hegemoniya faşîst û rejîmên kapîtalîst ên dijberî doza Kurd vekir.

Pêşenga Kurd Zîlan tevahî teoriyên li ser jina Kurd şikandin û bi rêya têkoşîna xwe ya fikrî û rêxistinî nameyeke aşkera ya xurt ji cîhanê re şand ku ji bo pêkanîna jiyana azad divê têkoşîneke xurt, hêz, îsrar û baweriyek heye ku jin ji koletiyê were rizgarkirin.

Zîlan di yek gotinên xwe yên navdar ên di nava nameya xwe de dibêje: "Ez dixwazim xwesteka gelê xwe yê azadiyê li hember siyaseta împeryaliyê ku hewl dide jinan bike kole pêk bînin. Ez dixwazim xwe weke mayînekê biteqînim da ku hêrsa xwe ya mezin nîşan bidim û da ku ji bo jina Kurd bibim sembol." Bi van gotinên kurt nameyekê ji me re rêdike, ew jî divê koletî û zulma li dijî jinên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê neyê qebûlkirin. Temenê azadiyê jî giranbiha ye û hin caran ji me tê xwestin fedekariyê bi canê xwe bikin.

Zîlanê di diyarkirina armanca xwe û plankirina wê bi awayekî xurt hêza jina Kurd îsbat kir û aşkera kir her jinek bi xwe dikare bibe artêş û li hember dijmin biteqîne. Gerjinê zanî çawa enerjiyên xwe bi rêxistin bike û pêşdeçûnên pêvajoyê bixwîne û armanca xwe rast diyar bike ku bandore li hevsengiyên siyasî bike, ji dijmin re bibe surpirîz û bitirsîne, ev yek pêkan e.

Em îro di qonaxeke hestiyar û dijwar re derbas dibin; êrişên dewleta Tirk li dijî gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê dewam dikin, divê em hemû di têkoşîna xwe de xwedî ruhê Zîlanê û helwestên wê yên lehengane ya li hember dijmin û zihniyetên hewl didin gelê Kurd bi dûr bixin, têkoşîna jinan azad hedef bigirin, bin. Ruxmî derbasbûna 27 salan di ser çalakiya fedaî ya Zîlanê re, lê ruhê Zîlanê û dengvedana çalakiyê hîna di zihnê hemûyan de ye û êdî ji bo jiyana azad li Kurdistanê bû manîfîstoyek û mîraseke nû li mîrasên têkoşînê zêde kir.

Hevrê Zîlan got; bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jiyana azad pêkan e û bêyî ne pêkan e. Ji lew re pêdivî bi têkoşîn û fedekariyê di rewşên herî zehmet de ye ku li hember tevahî planên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd heye.

(fr)