Buroya Hiqûqê ya Asrinê haştaga #İmralıTecridineSonVerilsin dest pê kir

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo balê bikişîna ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li ser twîtterê haştaga #İmralıTecridineSonVerilsin da destpêkirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê haştaga #İmralıTecridineSonVerilsin dest pê kir
27 hezîran 2023   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Asrin, ji bo balê bikişîna ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser twîtterê hastaga #İmralıTecridineSonVerilsin (Bila dawî li tecrîda Îmraliyê bê) da destpêkirin.

Buroya Hiqûqê bi hastaga #İmralıTecridineSonVerilsin ev daxuyanî belav kir: "Me li dijî tecrîda li Îmraliyê di sala 2022'yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dabû. Di encama serlêdanê de Komîteyê di 6'ê Îlona 2022'yan de biryara tevdîrê ya 'bêyî pêwendiya wî ya bi parêzeran re bê sînordarkirin demildest divê hevdîtin bê kirin' ragihandiye hikûmetê. Lê belê, hikûmet bi israra naxwaze li gor vê biryara di wesfê navneteweyî de bi cih bîne. #İmralıTecridineSonVerilsin"