Piştî 5 salan cara yekemîn li Derayê êrişên hewayî

Balafireke şer a nenas li 2 bajarokên li gundewarên Derayê êriş pêk anîn. Ji 2018`an de ev cara yekê ye êrişên bi vî rengî li Derayê pêk tên.

Piştî 5 salan cara yekemîn li Derayê êrişên hewayî
27 hezîran, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke şer ku tê texmînkirin a hikumeta Şamê be vê berbangê li derdora bajarokên Dail û Yadûde yên gundewarên Derayê hin nuqte bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku balafir ji çolistana Sûriyeyê bi rê ketiye û li dijî deverên navborî êriş pêk anîne. Heta niha çawaniya cihên hatine hedefgirtin û sedema êrişan nayên zanîn.

Malpera “Kombûna Ehrar Horan” jî li gorî çavkaniyan ragihand ku pîlotê balafira ku êriş li nêzî bajarokê Yadûde pêk anîne, ji nasnameya sûriyeyî ye û ji Balafirgeha Teyfûr a li gundewarên Humsê bi rê ketiye.

Ji 2018`an de ev cara yekmîn e li Derayê êrişên hewayî pêk tên.

(c)