Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê çi bi Esed re nîqaş kir?

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê di serdana li Şamê de bi Beşar Esed û wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê re hevdîtin kir.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê çi bi Esed re nîqaş kir?
27 hezîran, 2023   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin duh serdana Şamê kiribû. Vershinin di serdana xwe de bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û wezîrê karên derve Feysel Miqdad re hevdîtin kiribû.

Esed di hevdîtinê de got: “Hemû hewldanên welatên rojavayî yên ji bo guhertina hewldanên dewleta Sûriyeyê yên vegerandina ewlehî û aramiyê dê bi ser nekevin.” Esed di axaftina xwe de helwesta welatê xwe li hember şerê Ukraynayê dubare kir û anî ziman ku Sûriye piştgiriyê dide Rûsyayê û hewldanên rojavayî yên dijberî Moskovê red dike.

Li gorû nûçeya rojnameya El Wetan a nêzî hikuemta Şamê, di hevdîtinê de têkiliyên Sûriye-Rûsyayê, koordîneya wan nexasim li gel geşedanên dawîn, têkoşîna li dijî “terorê” û hewldanên hevbeş ên ji bo vegerandina penaberên sûriyeyî li welatê wan, hatine nîqaşkirin.

Ev serdan çend roj piştî hevdîtina çaralî ya nûnerên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Astanayê, pêk tê.

Her wiha serdan rojek piştî êrişên dijwar ên Rûsyayê li djiî parêzgeha Idlibê ku di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn, tê kirin. Ev yek nîşan dide ku di gera 20`an a Astanayê de der barê rewşa Sûriyeyê de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî derketine.

(c)