Çeteyan welatiyek revand û agir bi zeviyan xist

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyek revand. Her wiha agir berdan zeviyên zeytûnan û erdên çandiniyê.

Çeteyan welatiyek revand û agir bi zeviyan xist
25 hezîran, 2023   06:50
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên koma ′Feyleq El Şam′ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ehmed Xelîl Elo yê ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa revand.

Hate hînbûn ku Ehmed Elo yê hatî revandin birine girtîgeha li gundê Îska yê girêdayî heman navçeyê û çarenûsa wî ne diyar e.

Heman koma çeteyan rûberên berfireh ji zeviyên zeytûnan û erdên çandiniyê yên li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrawa şewitandin.

(fr/c)

ANHA