Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin

Bi hezaran xelkê navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemîs û Til Birakê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
Li navçeyên Qamişlo êriş hatin şermezarkirin
24 hezîran, 2023   11:26
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şêniyên navçeyên Qamişlo meşên girseyî li dar xistin.

Di êrişa hewayî ya 20′ê Hezîranê de, hemwextî civîna Astanayê, dewleta Tirk a dagirker komkujiyek pêk anî; hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Ferat Tûma şehîd bûbûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn birîndar bûbû.

ÇILAXA

Bi diruşma "Birêxistinbûyîna jinan bersiva êrişên dagirkeriyê ye" xelkê Çilaxa, gundewarên wê, endamên meclis, saziyên sivîl û leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star meşek li dar xist.

Meşê li Qada Şehîd Mahsûm dest pê kir û piştî meşê mîtîngek li dar ket.

Di mîtîngê de endama rêveber a Rêveberiya Dibistanên Çilaxa Nizhe Seyfedîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji şehîdên komkujiya dawî re xwest.

Nizhe Seyfedîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vîna gelên berxwedêr bişikîne welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc, ev hedefgirtin hewldana têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Endamê Meclisa Navçeya Çilaxa Salih Sefo jî bang kir ku sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ji herêmê bên derxistin; da ku serkeftin û armancên şehîdan pêk bên û divê hemû pêkhate têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, xelkê Girkê Legê û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist.

Xelk li Qada Şehîd Xebat kom bûn, wêneyên şehîdên komkujiya dawîn, alên Kongra Star hildan.

Piştî meşê li Çerxerêya Jinan a mîtîng hate lidarxistin. Li wir hevseroka Meclisa Navçeya Girkê Legê Zilfe Bedro axivî û got armanca êrişên dewleta Tirk vîna pêkhateyên herêmê bişikîne.

Zilfe Bedro bang li gelê herêmê û jinan kir ku rêxistina xwe li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt bikin.

TIL HEMÎS

Bi sedan xelkê navçeyê û endamên saziyên sivîl meşek li dar xist û li Çerxerêya Sewamî ya li bakurê navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya Meclisa Kantona Qamişloyê şermezar kir.

El Şemerî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan tevahî pîvanên exlaqî û mirovî, peymanên navneteweyî binpê dike.

El Şemerî wiha got: "Ne ji erêkirinê û razîkirina Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bûya dewleta Tirk nikarî guleyek jî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biavêta."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a Meclisa Navçeya Til Hemîsê Ezarî El Feyhan diyar kir ku ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser û heta roja îro ve dewleta Tirk jinên pêşeng û ên di rêveberiyê de dike armanc.

TIL BIRAK

Bi sedan xelk û endamên sazî, meclisên sivîl û nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên navçeyê li pêş Firina Otomatîk kom bûn û meşek li dar xist.

Li naverasta navçeyê meş veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Xewle El Nasir axivî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî garantiya yekane ya demokrasiya li herêmê ye.

Di dawiyê de endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Rexed El Hisên jî bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got ew ê bi hev re ji bo şikandina êrişên dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanê xurt bikin.

(fr)

ANHA