Astana bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Gera 20′an a civînên Astanayê ya hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê pêşniyar kir ku ev civîn bibe civîna dawîn a der barê Sûriyeyê de.

Astana bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bû
21 hezîran, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Kazaxistanê Kanat Tomic di gera 20′an a dan û standinên Astanayê de got: "Em spasiya hewldanên şandeyên beşdarî xebata çareseriya krîzê dikin. Rewşa li Sûriyeyê tê guhartin, taybetmendiyên wê jî hewldana dewletên Ereban ên vegerandina têkiliya bi Sûriyeyê re û vegerandina wê li Komkara Erebî ye."

Tomic da zanîn ku vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û vegerandina têkiliyên Ereban bi Şamê re, destkeftiyeke xebatê ye ku şandeyên dewletan di rêveçûna Astanayê de pêk anîne.

Tomic bang kir ku ev civîn bibe civîna dawîn a rêveçûna Astanayê.

Beşdarên civînê encamnameya civînê ku ji yên berê ne cudatir e, da. Beşdaran bi israr Rêveberiya Xweser bi cudakariyê tawanbar kir. Lê Rêveberiya Xweser her tim bi gotin û pratîk banga yekitiya xaka Sûriyeyê û diyaloga bi hikumeta Şamê re dikir. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî zimanê tirkî, pere û ala tirkî li herêmên dagirkirî ferz kirin, hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Her wiha herêmên dagirkirî bûn cihê çete û serçeteyên DAIŞ′ê.

(fr)