Êrişên dagirkeriyê li 3 navçeyên Qamişlo hatin protestokirin

Li navçeyên Amûdê, Girkê Legê û Çilaxa yên girêdayî kantona Qamişlo êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a duh pêk aniye, hat şeremzarkirin û hat diyarkirin ku gelê herêmê dê her şopdarê rêya şehîdên xwe be.

Êrişên dagirkeriyê li 3 navçeyên Qamişlo hatin protestokirin
Êrişên dagirkeriyê li 3 navçeyên Qamişlo hatin protestokirin
Êrişên dagirkeriyê li 3 navçeyên Qamişlo hatin protestokirin
21 hezîran, 2023   10:36
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ku duh (20`ê Hezîranê) li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo pêk aniye, daxuyaniyek da.

Di êrişê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Lîman Şiwêş û welatparêz Firat Tûma şehîd bûn, hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Daxuyanî li qada Jina Azad a li navçeyê bi amadebûna endamên Saziyên Civaka Sivîl, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî hat dayîn û ji aliyê Endama Rêveberiya Dibistanan a li Amûdê Hena Xalid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser êrîş, siyasetên pişavtin, tunekirin û qirkirinê yên li dijî gelên herêmê hat kişandin û wiha berdewam kir: “Lê gelê herêmê xwedî mîrasekî berxwedanê ye, serê xwe netewandiye û bi îradeya xwe her tim bersivên xurt daye. Di Şoreşa Rojava de jî ev yek derket.”

Di dewama daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet êrişa duh li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo pêk hatiye, hatin şermezarkirin û bal li ser têkoşîna her du şehîdan Yusra û Lîman hat kişandin: “Yusra Derwêş û Lîman Şiwêş du jinên pêşeng bûn. Her du şehîd ji bo birêxistinkirina civaka xwe ked û xebateke pir mezin dan meşandin. Yek ji rêbazên qirêj ku dijmin dimeşîne jî hedefgirtina kesayetên pêşeng e.”

Her wiha bang li saziyên mafên mirovan hat kirin ku rê li sûcên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wek gelê herêmê em ji van kiryarên tirsonek natirsin, vîna me têk naçe. Careke din em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên rêya wan bin.”

Heman daxuyanî li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê yên girêdayî kantona Qamişlo jî hat xwendin.

(sb/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZMAVVtjhdls" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>