Kadar Pîrê: Rûsya parçeyekî aloziya Sûriyeyê ye

Kadar Pîrê diyar kir ku Rûsya parçeyekî aloziya Sûriyeyê ye û mîna civînên berê yên Astanayê êdî garantor nîn e û got "Îran, Rûsya, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi xwe di nava nakokiyan de ne."

Kadar Pîrê: Rûsya parçeyekî aloziya Sûriyeyê ye
20 hezîran, 2023   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Çarşema borî nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet bi kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgrê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov got reşnivîsa nexşerêya normalîzekirinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ya ku Rûsyayê daniye, amade ye û got: "Erka me ew e ku em bi hevkarên xwe re nîqaş bikin û vî xebatî bi pêş bixin. Em hêvî dikin ku em bikarin li Astanayê bicivin.” Tê gotin ku ev nexşerê dê di hevdîtinên îro ya li Astanayê were nîqaşkirin.

NEXŞERÊYA RÛSYAYÊ ÇI YE?

Serokê Rêxistina Kurdên Bê Sînor Kadar Pîrê li ser vê nexşerêyê got: "Behsa nexşerêya normalîzekirinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dikin. Enqere dê her tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev digere bikeve hedef, dê binsaziya herêmê xirab bike û zeviyên cotkarên xizan bişewitîne. Gelo ev e nexşerêya Rûsyayê ye ku çavnebariyên Tirkiye pêk bîne û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe? Gelo ev nexşerê ji bo  Şam û Enqereyê nêzî hev bike ye? An jî xwestekeke Tirk heye divê bi cih were, ji ber ku Rûsan jî sozên xwe li hemberî Tirkiye bi cih anîn?"

LI ASTANAYÊ DÊ ÇI NÎQAŞ BIKIN?

Kadar Pîrê anî ziman ku Rûsya bûye parçeyek ji aloziyê an jî beşek ji şer û wiha domand: "Rûsya êdî mîna di civînên berê yên Astanayê de garantor nin e. Diyar e ku  encamên lihevkirinên Rûsya û Tirkiye yên girêdayî Ukranyayê li ser xaka Sûriyeyê diyar dibin. Rûsya ji bo Tirkiye tenazul kir. Heta kijan astê wê  ajnîde û çavnebariyên Tirkiye bi tund û hov bin. Ev yek dê di civîna çaralî ya kampax a têkildarî dosyaya Sûriyeyê de diyar bibin."

Beriya hevdîtinên Astanayê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirine û di êrişên li ser Til Rifetê ya Şehbayê de 9 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Lê hikumeta Şamê der barê van êrişan de tu bersiv an helwest neda. Di êrişa dewleta Tirk a li dijî karwanekî hêzên Rûsyayê ya li ser rêya Um El Hoş – Herbil ên Şehbayê de leşkerekî hêzên Rûsyayê jî hat kuştin û 4 leşker bi giranî birîndar bûn.

Pîrê diyar kir ku êrişên li ser hêzên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê beşek ji peyamên dewleta Tirk ên ji her du aliyan re ne û got dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze bibêje ew ê êrişên xwe bidomîne û ji wan dixwaze ku sozên xwe bi cih bînin.

‘RÛSYA DIXWAZE TIRKIYEYÊ RAZÎ BIKE, ŞAM NIKARE BERSIVÊ BIDE’

 

Pîrê bi domdarî got: "Rewş gelekî bi girêk e. Hevalbend bi xwe di rewşeke şer de ne; li Sûriye şerê Rûsya û Îranê û şerê Îran û Tirkiye jî li Sûriyeyê heye. Lê Rûsya bi vê bêdengiya xwe dixwaze Tirkiye razî bike û heta bi kuştina leşkerên wê be jî naxwaze Tirkiye bi hêrs bike. Têkildarî hikumeta Şamê jî, ev ne cara yekemîn e û wê ne cara dawîn be ku hikumeta Şamê nikare bersivê bide, sedema vê yekê ew e ku Şam nexwediya biryarê ye, biryar a Îran û Rûsyayê ye."

‘RÛSYA DI DOSYAYA UKRAYNAYÊ DE LI SER XWÎNA GELÊ SÛRIYEYÊ BAZARAN BI TIRKIYEYÊ RE DIKE’

Têkildarî israra Rûsyayê ya normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, Kadar Pîrê destnîşan kir ku Rûsya di mijarên Ukraynayê, dosyaya aborî û vekirina qadên hewayî û deryayî yên bi rêya tengavan de muzakereyan bi Tirkiyeyê re dike.

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê di dawiya axaftina xwe de got: "Rûsya li Sûriyeyê hewl dide hevbendiyekê çêke da ku Amerîkayê ji Sûriyeyê derxe yan jî Tirkiyeyê razî bike. Hebûna Amerîkayê li pêşiya zêdegaviyên Rûsya, Îran û rejîmê kelemek e. Daxwaza Tirkiyeyê jî heman e. Tirkiye xwedî çavnebarî û armancên kambaxtir e, lê binketina siyasetên wê hişt ku armanca wê di çarçoveya têkbirina hêzên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe di Sûriyeyê de sînordar maye.  Rûsya di dosyaya Ukraynayê de li ser hesabê xwîna sûriyeyiyan bazarê bi Tirkiyeyê re dike.”

(bb)

ANHA