​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’

Ji bo şermezarkirina tecrîda zêdetirî 27 mehan e li dijî Rêber Abdulllah Ocalan tê ferzkirin û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhateyên Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist.

​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
​​​​​​​‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin’
20 hezîran, 2023   10:21
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de pêkhateyên Qamişlo, nûnerên TEV-DEM′ê, partiyên siyasî, Kongra Star, sazî, meclisên sivîl, olî û yên jinan beşdar bûn.

Meş ji Çerxerêya Rojhilat a li rojhilatê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên meclis û yekitiyan hatin hildan.

Piştî meşê li Çerxerêya Sonî mîtîngek hat lidarxistin. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada axivî, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Rîm Dada soz da ku heta pêkanîna serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bilind bikin û bang kir ku bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî bin, li kêleka hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser bisekinin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen têkildarî bandorên komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Armanc ji komployê vîna gelê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî biçewisînin û fikra wî ya azad ji gelê azadîxwaz bi dûr bixin."

Li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker Hesen wiha got: "Ew êriş di çarçoveya pêkanîna komkujî, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û tecrubeya demokratîk de tên meşandin."

Hesen wiha pê de çû: "Tiştê ji roja destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ve hiştiye desthilata Tirkiyeyê û hêzên komploger were hejandin, girêdana gel di aliyên fikrî û fîzîkî bi Rêbertî re ye û gotina ′Bê serok jiyan nabe′. Li kêlek wê jî êdî Îmralî bû cihê zindîkirina fikra azad û dibistana avakirina hebûnê."

Hesen di dawiyê de bang kir ku bi rêya çalakiyan têkoşînê geş bikin û got: "Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê da ku em bi rûmet bijîn."

(fr)

ANHA