Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan, Komîteya Jinan bi hevkariya Kongra Star li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeheke şêwekariyê li dar xist.

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeha şêwekariyê
20 hezîran, 2023   11:18
EYN ÎSA

Bi boneya bîranîna şehîd Zîlan, li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangehek hate lidarxistin. Di pêşangehê de bi dehan jinên koçber beşdar bûn.

Di çarçoveya bîranîna jinên têkoşer ên pêşeng de, ji wan şehîd Zîlan ku çalakiya fedaî di 30′yê Hezîrana 1996′an de li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xist, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak, semîner û pêşangehan li dar dixin.

Di pêşangehê de berhemên jinên koçber hatin pêşandan; destkarî, cilên zarok û jinan, tabloyên hunerî, dîbekê qehwê, destar, tej û hwd.

Li ser pêşangehê, beşdar Foza Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha got: "Pêşangeh ji bo wan hêvî ye. Tevî rewşên koçberiyê me hêvî qut nekir. Em bi destan cil û pêlîstokan ji zarokên xwe re çêdikin û em wan fêrî berxwedanê dikin. Em wan fêrî redkirina çewisandina nasnameya çandî û şaristaniyê dikin. Ji lew re em şehîd Zîlan û tevahî şehîdên di oxira azadiya welatê xwe de tê koşiyane, bi bîr tînin."

(fr)

ANHA