Ji Konferansa Al Elbeyt: Em di nava mezheb û gelan de hezkirinê xurt bikin

Axêveran di Konferansa Damezirîner a Elsade El Eşarif Al Elbeyt de li ser girîngiya konferansê axivîn û got dê konferans hezkirinê di navbera hemû etnîk û mezheban de xurt bike.

Ji Konferansa Al Elbeyt: Em di nava mezheb û gelan de hezkirinê xurt bikin
3 hezîran, 2023   13:10
TEBQA

Vê sibehê Konferansa Damezirîner a Elsade El Eşarif Al Elbeyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi exlaqê te ey pêxemberê Xweda, em bilind dibin" li navenda çandê dest pê kir.

Di konferansê de hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî bixêrhatina beşdaran kir. Di konferansê de oldar, nûnerên ji saziyên sivîl, nûner û şandeya Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Di konferansê de serokê Weqfa Elsade El Eşarif Al Elbeyt şêx Sînan Seydoş axivî û wiha got: "Mafên Al ElBeyt dema me nezanî li mafên wan kir, winda bû. Ji lew re em spasiya her kesî beşdarî damezirandina vê weqfê bûye dikin. Em spasiya komîteya amadekar dikin ku çavdêrî li hemû geran kir û civînên ji bo vê konferansê li dar xistin."

Seydoş wiha domand: "Divê nîjada Al Elbeyt têr û tijî be da ku rihên wan were xurtkirin û divê weqfe pişta xwe bide mêrên ji tov û nifşa xwe."

Endama Weqfa Al Elbeyt Diya El Mîqdad wiha got: "Em îro li vir dicivîn da ku bingehên vê weqfê ya xurt deynin û nîjada hezkirin û hevgirtinê di navbera xwe de pêk bînin. Ev wefqeya hezkirin û biratiyê ye."

Diya wiha domand: "Me tiştekî nû neanî, lê em bingehîn xurt datînin. Fikrê pêxember maf da her kesî. Mafên jinê danê û cihê wê di nava civakan de xurt kir û teşwîqî perwerde û fêrkirinê kir."

Diya di dawiyê de got Weqfa Al Elbeyt kevirê bingehîn ê projeyên xêrê û kela li hember her kesên hewl dide ewlehiya vî welatî û îstîqrara wê têk bibe."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman lidarxistina konferansê pîroz kir û hêvî kir ku xebatên wê bi ser bikevin û bigihîne armancên xwe.

Osman wiha got: "Ev civîna ku tê de komeke mezin a eşîran heye, nîşaneya ber bi rêveçûna layîq a Al Elbeyt e."

Osman wiha domand: "Êl û eşîran hîna li hember desthilatên hewl didin nijadperestiyê çêkin, mertal in. Rola Al Elbeyt di têkbirina fîtneyan di dîrokê de girîng bû. Divê em li ser wê yekê bimeşin û girîngiyê bidin rola êl û eşîreyan."

Osman di dawiyê de wiha anî ziman: "Em van civînan ji welatî û nifşan re bikin berhema hezkirin, lêborîn û jiyana hevbeş mîna pêxember û hemû pirtûkên olê wesiyet kiriye."

Konferans bi axaftinên mêvan, nûnerên saziyên olî, şêx û rûspiyên eşîran dewam dike.

(fr)

ANHA