​​​​​​​Ciwanan qedexeya hevdîtina bi Rêber Ocalan re şermezar kir

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina pê re heta 6 mehên din, şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanan qedexeya hevdîtina bi Rêber Ocalan re şermezar kir
3 hezîran, 2023   13:15
TEBQA KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî mijarê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê panelek li dar xist.

Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Avaşîn Misto axivî û da zanîn ku armanca wan ji vê panelê, diyarkirina helwesta xwe li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.

Avaşîn, bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi tiştê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, qanûnên mafên mirovan binpê dike û ev yek durûtiya rêxistinên navneteweyî ya li hember doza Rêber Ocalan nîşan dide.

Di panelê de, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û mekanîzmaya şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hatin nîqaşkirin.

Jinên beşdarî panelê bûne, diyar kir ku siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê berdewama Komploya Navneteweyî ye û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê çalakiyên bibandor zêdetir bibin.

(c)

ANHA