Hikumeta Şamê zextên xwe yên ji bo ‘lihevanînê’ didomîne

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li hember redkirina ′lihevanînê′ ji aliyê welatiyan ve, ji bo şêniyên Derayê dest bi tedbîrên ‘lihevanînê’ yên nû kir.

Hikumeta Şamê zextên xwe yên ji bo ‘lihevanînê’ didomîne
3 hezîran, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li Qesra Horiyat a Derayê navendeke nû ya ′lihevanînê′ vekir. Ev navend ji bo wan kesan e ku tev li leşkeriya mecbûrî nebûne, yên jê veqetîne, kesên çek rakiriye û yên hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê lê digerin. Ew yek tevî zext û gefa redkirina xebata lihevanîna bi hikumeta Şamê re pêk tê.

Di 29′ê Gulanê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi rêya hoparlorên mizgeftan bang li welatiyên Senemên, Muhece, Inxil û bajarokê Kefer Şems ên Derayê kir ku tev li xebata ′lihevkirinê′ ya li navenda Firqeya 9′an a girêdayî hêzên hikumeta Şamê bibin.

Li gorî SOHR′ê, hêzên hikumeta Şamê ji şêniyên bajarokê Muhecê xwest ku tedbîrên lihevkirinê li avahiya şaredariyê pêk bînin. Lê welatiyan red kir û beşdarî tu civînan nebûn.

Ruxmî derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser krîza Sûriyeyê re jî hikumeta Şamê tu tedbîrên aktîf ên çareseriyê negirtin û di sînordarkirina êşên gel de bi bin ket.

Çavdêr û siyasetmedaran anî ziman ku israra hikumeta Şamê ya çareserkirina krîza Sûriyeyê li gorî zîhniyeta xwe, roleke neyînî dilîze. Hikumeta Şamê ji bo tu çareseriyên siyasî nikare bibe bersiv. Ji ber ku dizane her çareyeke siyasî ya rasteqîn destpêka bidawîbûna rejîma wê ye û nikare desthilata xwe ferz bike.

(fr)