Tehsîn Xefacî: Bombebaranên Tirkiyeyê li ser Iraqê binpêkirin e

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê êrişên esîmanî yên dewleta Tirk ên ser Iraqê şermezar kirin û got divê dewleta Tirk rêzê ji serweriya Iraqê re bigire û pabendî pîvanên cîrantiyê be.

Tehsîn Xefacî: Bombebaranên Tirkiyeyê li ser Iraqê binpêkirin e
2 hezîran, 2023   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Duh jî balafira dewleta Tirk a dagirker navenda Şengalê bombekir. Derbarê êrişa duh ya dewleta Tirk a ser Şengalê de, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş yên Iraqê Tehsîn Xefacî ji Rojnews re axivî.

Tehsîn Xefacî da zanîn ku êriş û binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser serweriya xaka Iraq û yasayên navnetewî de dewam dikin. Xefacî got; “Binpêkirinên balafirên şer yên dewleta Tirk ên ser asmanê Iraqê şermezar dikîn. Di demek ku xelkê Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê rûbirûyî kuştin û bê edaletiyê hatin, duh dewleta Tirk bi eşkere Şengalê bombebaran kir.”

Di dawiya axaftina xwe de Tehsîn Xefacî bang li Tirkiyeyê kir ku rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û girêdayî pîvanên cîrantiyê be.