​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê derxistina welatiyan ji Sûdanê asteng dike

Rêveberiya Xweser diyar kir ku komîteyên taybet hewl didin welatiyên li Sûdanê asê mane derxin û bigihînin herêmê, lê hikumeta Şamê astengiyê çêdike.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê derxistina welatiyan ji Sûdanê asteng dike
2 hezîran, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên derxistina sûriyeyiyên li Sûdanê asê mane, dewam dikin. Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hikumeta Şamê seferên şîrketên balafiran ku pê re peyman îmze kirine, asteng dike.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser heta niha 369 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Sûdanê vegerandine.

Daîreyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku komîteyên taybet ên Rêveberiya Xweser hewl didin welatiyên li Sûdanê asê mane, bigihînin Qamişloyê, lê astengî mezin bûn û ew yek pêk nehat.

Di daxuyaniya daîreyê de hate destnîşankirin ku rayedarên hikumeta Şamê ji bo vegera welatiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertan ferz dike û propagandaya reşkirinê dike. Her wiha dîplomatekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê got hikumeta Şamê 2 seferên bêpere bi rêya şîrketa ‘Ecnihet Şam’ pêk anîn û herî dawî jî 179 kes gihaştin balafirgeha Şamê.

Daîreyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku rastî berovajî wê ye, ji ber ku komîteyên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ava kirine, ev ger bi şîrketa Ecnihet Şam ên taybet re pêk anîne da ku welatiyan bigihînin balafirgeha Qamişloyê. Lê rayedarên hikumeta Şamê nehişt şîrket welatiyên asê mane bigihîne Qamişloyê û ji bo propogandaya li ser rewşa mirovî ya welatiyên sûriyeyî welatî li balafirgeha Şamê danîn. Her wiha seferên din ên şîrketa ku bi Rêveberiya Xweser re li hev kiriye, qedexe kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve di daxuyaniya xwe de got ji hikumeta Şamê li pêş vegerandina welatiyan li herêmên xwe, dibe asteng. Divê hikumeta Şamê deriyên xwe ji bo vegerandina sûriyeyiyan veke.

Di dawiya daxuyaniyê de daîreyê got ew li hember welatiyên li Sûdanê asê mane, pabendî erk û berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî ne.

(fr)

ANHA