Li Mexmûrê 14 roj e berxwedan didome

Penaberên li Mexmûrê 14 roj e li dijî hewldanên têlkirin û dorpêçkirina wargehê yên artêşa Iraqê, di konên berxwedanê de li ber xwe didin.

Li Mexmûrê 14 roj e berxwedan didome
2 hezîran, 2023   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve hewl dide li derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan lê ava bike. 14 roj e penaberên li wargehê li hemberî vê hewldanê di konên berxwedanê de li ber xwe didin.

Leşkerên Iraqê her roj hewl didin dora wargehê têl bikin û dorpêç bikin.

Niştecihên wargehê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya sibehê nobet girt û berxwedana xwe domand.

Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi têlan bigire. Êvara 20’ê Gulanê leşkerên Iraqê bi çekan êrişî niştecihên wargehê kir û şêniyan jî bi keviran bersiv da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû.