YBŞ: Divê gelê me li dijî van êrişan li ber xwe bide û Şengalê biparêze

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YBŞ’ê der barê êrişa îro ya balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand û got: “Divê gelê me li dijî hemû êrişan li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”

YBŞ: Divê gelê me li dijî van êrişan li ber xwe bide û Şengalê biparêze
1 hezîran, 2023   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrişa îro ya balafira bê mirov a biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Di roja 01.06.2023’an de saet di 14.30’an de artêşa dagirker ya Tirk bi balafirek bê mirov (SÎHA) êrişek li ser maleke nêzî qubeya Hesin Mama ya navende Şengalê pêk anî. Di vê êrişa hewayî de derveyî ziyana madî tu windahî çênebû.

Dewleta Tirk a qirker demeke dirêj e tevgera xwe ya hewayî zêde kiriye. Beriya vê bi hefteyekê çawa ku bi balafirê bê mirov êrişek li ser mêvanxaneya me pêkanî bû, niha jî bi heman awayî êrişek hewayî li ser maleke nêzî Qubeya Hesin Mama pêk anî. Piştî hilbijartina li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo aramiya Şengalê xira bike, carek din ketiye nava hewldanan. Bi taybet di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vegera gelê me yên ku di kampan de dijîn asteng bike, heman awayî ji bo aramiya heremê xira bike êrişên xwe yên hewayî pêk tîne. Diyar e ku bi van armancan dewleta Tirk a qirkirin, planên xwe yên qirêj li ser heremê didomîne.

Li ser van esasan; divê gelê me li hemberî hemû êrişên dijmin rabin ser piyan, bertekên xwe nîşan bidin û nehêlin dagirker li ser axa me ya pîroz serdest bin. Divê gelê me li dijî van êrişan li ber xwe bide û Şengalê biparêze.”