Şehba FM derbasî weşan zindî bû

Radyoya Şehba FM`ê ragihand ku derbasî weşana zindî bûye.

Şehba FM derbasî weşan zindî bû
1 hezîran, 2023   16:53
HELEB-NISRÎN ŞÊXOR

Di şahiya destpêkirina weşana zindî ya radyoyê de nûnerên saziyên sivîl, partî, beşdar bûn.

Di şahiyê de endamê Rêveberiya Radyoya Dirbêsiyê Hesen Omer ku endamên radyoya Şehba FM li ser meşandina xebatên weşanê fêr kiriye, axivî û destpêkirina weşana zindî pîroz kir.

ASTENGÎ ÎSRAR ME ZÊDETIR DIKE

Hesen destnîşan kir ku weşana radyoyê, li gorî pêkhateyên Şehba, Heleb û Efrînê ye û wiha domand: “Ez hêvî dikim ku radyo cihê kêfxweşiya xelkê be û bibe dengê pêkhateyên li van her sê herêman.”

Radyo ji aliyê endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed û endama radyoya Şehba FM Zîlan Hemûş ve hate vekirin.

Endamê Rêveberiya Şehba FM Arif Silêman diyar kir ku heta ku gihaştin pêvajoya weşana zindî, astengiyên li pêşiya wan derketine, derbas kirin.

ŞEHBA FM DENGÊ GEL Û RASTIYÊ YE

Silêman destnîşan kir ku Şehba FM, radyoya yekemîn a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ye û wiha domand: “Bi rêya radyoya xwe, cara ewil e em rastiyê diweşînin. Ev bi saya fedakariyên şehîdan û berxwedana xelkê her du taxan e.”

Arif got: “Radyo dê bibe dengê gel û rastiyê. Bi rêya radyoyê em ê dengê gelê xwe bigihînin cîhanê.”

(şx)

ANHA