​​​​​​​`Eger serdema 20`an a sosylîzmê bû, serdema 21`an a şoreşa jinan e`

Pratîkkirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de, avakirina komîteyeke hiqûqî ya parastina jinan ji bo amadekirina muzekereyekê li dijî dewleta Tirk a dagirker û vekirina dewreyên perwerdeyê û gelek xalên din encamnameya Konferansa 1`emîn a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bû.

​​​​​​​`Eger serdema 20`an a sosylîzmê bû, serdema 21`an a şoreşa jinan e`
1 hezîran, 2023   18:20
MINBIC

Di konferans bi dirûşma “Bi têkoşîna jinên birêxistinkirî şoreşa xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin” li dar ketiye de endamên kombûnê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di konferansê de beşdar bûn.

Di konferansê de şêwirmenda Jinan a Minbicê Esînat Mihemed bi navê nivîsgeha kombûnê û komîteya amadekar a konferansê axivî û got: “Em vê konferansa xwe diyarî rêber bêhempa û hevalê jinan Rêber Abdullah Ocalan dikin ku rêya azadiyê li pêşiya wê vekir. Em şehîd Zîlan û tevahî şehîdên azadiyê û dayîkên wan bi bîr tînin.”

Asînat wiha domand: “Eger serdema 19`an a burjuwaziyê bû, serdema 20`an a sosyalîzimê bû, wê demê serdema 21`an a şoreşa jinan e ku ji Sakîna dest pê kir û bi Jîna Emînî heta roja me ya îro berdewam in. Têkoşîna jinan hîna berdewam e.”

Di dawiyê de Asînat got bi yekitiyê dê jin civakeke demokrat a ekolojî ava bikin û dê jin li herêmê ji tevahî jinên cîhanê re, bibe pêşeng.

Dûra endama Kombûna Jinan a Zenbûya Emîne Cerah perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de xwendin.

Piştî wê endama Rêvebeirya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya, Ruweyda Hinêzel geşedanên siyasî yên li herêmê şîrove kirin.

Ruweya wiha berdewam kir: “Her çiqas hikumet û serokên dewletan bên guhertin, lê siyaseta Tirkiyeyê nayê guhertin, ji ber ku li ser netewperestiyê û faşîzmê ava bûye. Kilîta çareseriya hemû alozî û şeran, neteweya demokratîk e ku Rêveberiya Xweser wê di pratîkê de pêk tîne.”

Piştre Ruweyda rapora rêxistinî ya kombûnê ji 2021`an û heta niha, kar û xebatên wê xwendin. Der barê de sînevizyonek hate pêşandan.

Her wiha der barê kar û xebatên kombûnê de, beşdarên nêrînên xwe parve kirin û pêşniyarên xwe kirin. Beşdaran diyar kir ku di destê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çirûska azadiyê heye û ji tevahî jinan li cîhanê bûye jêdera îlhamê. Ew jî berpirsyariya wî mezintir dike û dehfeke din dide wê ku şoreşa jinan a ku li herêmê dest pê kiriye, bidomîne û bigihîne tevahî jinan li cîhanê.

Endamên Desteya Rêveberiya Kombûnê yên ku hatin hilbijartin, sond xwarin ku têkoşînê bidomînin ta ku civakeke demokratîk û ekolojî ava bikin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku xalên wê wiha ne :

Praktîkirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de. Avakirina komîteyeke hiqûqî ya parastina mafên jinan ji bo amadekirina muzekereyekê li dijî dewleta Tirk a dagirker. Lidarxistina dewreyên perwerdeyê. Lidarixstina hemleyên hişariyê der barê dozên ji bo jinan û civakê girîng in. meşandina têkoşînê heta ku qanûnên malbatî tên erêkirin û praktîkkirin.

(şx)

ANHA