Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne

Bajarokê Girbawî nimûneya hevgirtina civakî û jiyana komînal a hevbeş e, ku bi hatina werza çinînê re her kes ji bo parastinê ketin seferberiyê û destnîşan kir ku parastin erka her kesî ye ne tenê ya hêzên ewlekariyê ye.

Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne
Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne
Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne
Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne
Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne
Ji bo parastina zeviyên xwe seferber bûne
31 gulan, 2023   04:26
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Zeviyên çandiniyê zêdetirî sêyeka rûbera erdê ye û çanda parastina zeviyên çandiniyê û berheman a di sîstema ekolojî de çandeke kevnar e ku ji nifşekî derbasî nifşê din ê herêma Mezopotamyayê (Kevana Zêrîn) bûye.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nimûneya dirust a parastina vê çandê ye, ku girêdana mirovan bi xwezayê re xurt dike û diparêze.

Cotkarên herêmê wekî cureyeke parastina hevbeş, zeviyên xwe yên ku berhem dane ji şewatê û zirarên din diparêzin.

ABORIYA BAŞ BERHEMA KEDA KOMÎ YE

Rêber Abdullah Ocalan diyar kiribû ku çareseriya herî baş a derbaskirina zehmetiyên aborî, aboriya civakî ye, ku aboriya baş berhema keda komî ye anku mirov ji bo civakê kedê bide û li hember wê jî civak jê re jiyaneke baş misoger bike.

Bajarokê Girbawî yê 15 kîlometre li başûrê kantona Qamişloyê ye jî nimûneya jiyana civakî ya komînal e. Li gor Desteya Çandinî û Avdanê, 98 gund girêdayî bajarokê ne û rûbera bajarokê jî 20 kîlometreyên çargoşe ye. Rûbera zeviyên çandiniyê ya bajarokê û gundên derdorê 96 hezar û 946 donim e. Ji wan 52 hezar û 49 donim bejî û 44 hezar û 897 donim jî avî ye.

TEDBÎRÊN PARASTINA BERHEMÊ

Bi hatina werza çinînê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkar ji bo çinîna berhemên keda mehan, di nav amadekariyê de ne. Girêdayî mijarê, Meclisa Bajarokê Girbawî civînên awarte bi komîteyên têkildar (çandinî, aborî û parastinê) re li dar xistin. Her wiha bi şênî û cotkaran re civiya. Di encamê de gelek biryarên demkî der barê mewsima çinînê de hatin dayîn.

/kr/uploads/files/2023/05/30/191026_.webp

Rêveberê Komîteya Parastinê ya bajarokê Girbawî Hemîd Hisên eşkere kir ku damezirandina rêveberiya Komîteya Rewşa Awarte, veqetamdoma 20 dîraktoran, 9 bîran û erebeyeke agirkujiyê ji biryarên ku hatine girtine.

Hisên wiha domand: “Avakirina komên hevbeş ji Hêzên Parastina Civakî û cotkaran bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarokê. Divê aliyên têkildarî erebeyên din ên agirkujiyê peyda bike, ji ber ku erebeyek têrê nake heka şewateke mezin rû bide.”

 “BERÎ HER KESÎ BERPIRSÊN PARASTINA XAK Û ZEVIYÊN ME EM IN”

/kr/uploads/files/2023/05/30/191042_-.webp

Cotkarê bi navê Serbaz Îsmaîl Mihemed wiha axivî: "Ji bo parastina zeviyan, me dît ku pêwîst heye em tedbîran bigirin, nexasim ku di salên dawîn de gelek rewşên şewate û karesatên xwezayî li herêmê çêbûn. Ji ber wê jî tevî hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dîsa jî berî her kesî berpirsên parastina xak û zeviyên me em in."

Serbaz destnîşan kir ku ew amade ne ji di rewşên awarte de bibin alîkar û destekê bidin hemû cotkaran ji ber ku berhem, berhema hemiyan e.

Dewriyeyên parastina hevbeş ên HPC'ê û cotkaran dema tarî dikeve erdê û heta berbanga sibê berdewam in. Dîraktor û erebeya agirkujiyê hin caran bi wan re derdikevin dewriyeyê.

(mh/şx)

ANHA