Uman dê di navbeynkariya Misir û Îranê de bi ser bikeve?

Sultanê Umanê Heysem Bîn Tariq çend roj piştî serdana Misirê, di 29`ê Gulanê de serdana xwe ya li Îranê bi dawî kir. Tê gotin ku Uman însiyatîfekê ji bo vegerandina têkiliyên Misir û Îranê bi rê ve dibe.

Uman dê di navbeynkariya Misir û Îranê de bi ser bikeve?
31 gulan, 2023   06:16
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Li gorî raporên çapemeniyê, Uman ji bo ku temsîliyeta dîplomatîk di navbera Îran û Misirê de navbeynkariyê dike.

Sutlanê Umanê Heysem Bîn Tariq beriya ku serdana wî bi dawî bibe, bi serokê olî yê Îranê Elî Xamineyî re hevdîtin kir. Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Xamineyî gotiye Îran başkirina têkiliyên dîplomatîk bi Misirê re erênî dinirxîne.

Heysem Bîn Tariq hefteya borî jî serdana Misirê kiribû û bi serok Ebdulfettah Sîsî re hevdîtin kiribû.

Ruxmî hewldanên Îranê yên di salên dawîn de ku nêzî Misirê bibe, lê Qahîreyê ji bo ku têkiliyên wê bi welatên Kendavê û bi taybet bi Siûdiyê re xirab nebin, deriyên xwe li pêş wan hewldanan digirt. Helwesta Siûdiyê li hember Îranê berê cuda bû, lê Lihevkirina Pekînê ya vê dawiyê ya ji bo vegerandina têkiliyên Riyad-Tehranê, rewş guherand.

Çînê di Adara borî de ji bo vegerandina têkiliyên her du welatên navborî, sponseriya lihevkirinekê kir. Vê lihevkirinê li gelek dosyayên Rojhilata Navîn, bi taybet li mijara Yemenê, bandoreke mezin kir.

UMAN Û ÎRAN

Navbeynkariya Umanê ya di navbera Qahîre û Tehranê de, piştî serketina rola wê di navbera Tehranê û hin welatên rojavayî de, pêk tê. Herî dawî jî Umanê ji bo pevguherandina girtiyan di navbera Îran-Belçîkayê de navbeynkarî kiribû.

Umanê beriya îmzekirina lihevkirina nukleerê (2015) jî di navbera Îran-Amerîkayê de navbeynkarî kiribû.

Îran û Uman xwedî têkiliyên xurt in. Di 2016`an de dema ku welatên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê piştî aloziya Riyad-Tehranê têkiliyên xwe bi Îranê re di ber çavan re derbas kirin, Umanê nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Tehranê wek berê hişt.

Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînên Îranê Şerîf Ebdulhemîd li ser mijarê diyar kir ku armanca tevgerên Îranê yên nêzîkbûna bi Siûdiyê û Misirê re, şikandina tecrîda herêmî û navneteweyî ya li ser Tehranê û derbaskirina hin pirsgirkên hundirîn e.

Ebdulhemîd got: “Îran, vegerandina têkiliyên bi Misirê re wekî derfetekê ji bo bidestxistina hin destkeftiyan, ya sereke jî ji bo rakirina dorpêça navneteweyî, dibîne. Heke têkiliyên bi Misirê re vegeriyan, dê ji bo Îranê baş be. Ji ber ku Qahîre di nava Ereban de û li qadên herêmî û navneteweyî xwedî giranî ye.”

Ebdulhemîd anî ziman ku Qahîre, ev demek e reftara herêmî ya Îranê di aliyê siyasî de dinirxîne û wiha dom kir: “Bi taybet piştî lihevkirina Siûdî-Îranê, ev yek ji bo nirxandina asta amadebûna Îranê ji bo guhertina reftara xwe li herêma Ereban e, rollîstina di çareserkirina hin aloziyan de û di serî de aloziya Yemenê ku heta vê kêliyê jî dewam dike. Ji ber wê yekê Qahîre pêşketina lihevkirina Siûdiyê-îranê ji nêz ve dişopîne û dinihêre bê ka dê encameke erênî ji bo herêmê bîne yan na, da ku nêrîna xwe der barê têkiliyên li gel Îranê de di pêşerojê de zelal bike.”

Şerîf Ebdulhemîd destnîşan kir ku tevgereke Misirê ya di dema pêş de di mijara têkiliyên bi Îranê re, dê di çarçoveya tevgerên erebî yên giştî yên li hember Tehranê de be, ev jî li ser bandora erênî ya lihevkirina Siûdî-Îranê ya li ser dosyayên herêmê disekine.

HELWESTA MISIRÊ

Li gorî Ebdulhemîd, di dema heyî de Misir pêwîstiyê pê nabîne ku di vê mijarê de lez bike, yan jî gavan ber bi Îranê ve biavêje û ew girîngiyê dide şopandina reftara Îranê di dema pêş de.

Pirsporê kar û barên Îranê Şerîf Ebdulhemîd dibêje heke Îran ji tecrubeyên salên berê dersê derxe û dev ji feraseta dijminahiyê ya ji dema şoreşa 1979’an de berde (siyaseta derxistina şoreşê ji welatên cîran re û destwerdana li kar û barên hundirîn ên Ereban), wê demê dê Îran veguhere dewleteke asayî ku hemû welatên Ereban û Misir dikarin bi cidî pê re bidin û bistînin. Her wiha Ebdulhemîd got nîşaneyên erênî di vê derbarê de hîna xuya nebûne.

(c)

ANHA