Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê: Em pereyên cotkaran dereng nahêlin

Cotkarên herêmê di van rojan de genim dişînin embarên Rêveberiya Xweser. Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandinî diyar kir ku wergirtin bêyî astengî dewam dike û dayîna pereyên cotkaran dê dereng nemîne.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê: Em pereyên cotkaran dereng nahêlin
Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê: Em pereyên cotkaran dereng nahêlin
Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê: Em pereyên cotkaran dereng nahêlin
31 gulan, 2023   00:27
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Ji çend rojan ve cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zeviyên xwe yên ceh, genim û biharatan diçinîn. Ji ber barana zêde berhemên îsal li gorî salên borî baştir e.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li seranserî herêmê 25 embarên genim amade kirine da ku her kîloyekê bi 43 sentan ji cotkaran wergire.

Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Çandiniyê ya Desteya Çandî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûbera genim ê avî hatiye çandin, 4 milyon û 510 hezar û 112 donim e. Rûbera genimê bejî 209 hezar û 875 hezar donim e, rûbera cehê avî 9 hezar donim e û yê bejî 183 hezar û 281 donim e.

NAVENDÊN WERGIRTINÊ

Li herêma Cizîrê bi giştî 25 embarên wergirtina genim hatine vekirin ku dikarin 800 hezar tonî wergirin. Embarên hatine vekirin ev in; Dêrikê, Biruc, Til Elo, Gir Ziyarat, Tirbespiyê, Til Marûf, Qamişlo, Amûdê, Hetîn, Gebeka, Hesekê û Sebah El Xêr.

Li gundewarên Dêrazorê 2 embar; Sebha Kîlo û Hecînê hatine vkirin, li Reqayê embarên Selhebiye, Kalta, Bedr, Kebeş, Şinênê û Refîqe, li Tebqayê embarên Bû Asî; li Minbicê embarek, li Kobanê jî 3 embar; Rovî, Çelebiyê û Sirînê hatine amadekirin.

Têkildarî amadekarî û detayên wergirtinê, hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulal Mûsa diyar kir ku amadekariyên wergirtinê bi dawî bûne û wergirtin bêyî astengî dewam dike.

Gulal Mûsa destnîşan kir ku beriya wergirtinê, embar hatin dezenfektekirin.

MEKANÎZMAYA WERGIRTINÊ

Têkildarî qonaxên wergirtinê, Mûsa wiha got: "Hemahengî bi saziyên çandiniyê yên li tevahî herêman re tê kirin. Cotkar belgeyekê ji saizyên li herêma xwe digirin. Di belgeyê de embara ku dê genim radestî wir bike, tê diyarkirin. Li embaran jî sîstemek hatiye birêxistinkirin ku ji saet 07:00'an heta 17:00'an ve dixebite û testa genim li wir tê çêkirin da ku pileya tov diyar bibe. Li gorî encamên testê jî kalîte û pileya genim diyar dibe. Genim li gorî pileya xwe tê depokirin."

Xebatkarên embarên wergirtinê ji pisporên testan, muhasiban, karker û karmendên keşifkirinê pêk tên.

KALÎTEYA TOV

Mûsa anî ziman ku dibe miqdara genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihêje derdora 100 hezar tonî û têkildarî tovê ku heta niha wergirtine jî got: "Kalîteya genim li deverên ku  baran lê baş bariyabû, baş e. Lê li herêmên ku baran kêmtir bû, berhem jî ne baş bû. Heta niha em berhemên avî werdigirin ku kalîteya wan jî gelekî baş e."

Rêveberiya Xweser buhayê kîloyeke genim ê pileya yekemîn bi 43 sentan, ê pileya duyemîn bi 42.57 sentan û buhayê genim ê pileya sêyemîn bi 42.14 sentan diyar kir. Buhayê genim ê bi pileya çaremîn jî li gorî asta paqijbûna wê tê diyarkirin.

DAYÎNA PEREYÊN COTKARAN DÊ DERENG NEMÎNE

Gulal Mûsa diyar kir ku ne dûr e ku embar têrê nekin û qad jî ji bo wergirtina genim werin bikaranîn û got: "Li Kobanê û Dêrazorê tûrbe li cotkaran hatine belavkirin, da ku genimên wan li qadan werin depokirin. "

Mûsa anî ziman ku dayîna pereyên cotkaran dê bi dolar be û dê dereng nemîne.

(bb)

ANHA