​​​​​​​Ji ber avakirina nifşekî tundraw li herêmên dagirkirî hişyarî

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî da ku nifşeke tundraw li herêmên dagirkirî tê gihandin.

​​​​​​​Ji ber avakirina nifşekî tundraw li herêmên dagirkirî hişyarî
31 gulan, 2023   01:45
EYN ÎSA

Li Girê Spî ya ku ji sala 2019'an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, hejmara kesên biyanî û navendên perwerdeyê yên belavkirina fikrên tundraw zêde bûne. Li gorî agahiyên ku niştecihên kantonê dane, ev navend ji aliyê komeleyên pakistanî û efganî ve tên birêvebirin. Ji avakirina van navendan zêdetir, rojane sûcên qetilkirin, revandin, talankirin, qirkirina xwezayê, talankirina şûnwaran tên kirin.

/kr/uploads/files/2023/05/30/190745_-21-5-2023-1.webp

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Fedîle Mihemed diyar kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve demografiya kantonê tê guhertin, herêm dibe navenda çeteyan û hedefgirtina ewlehî û aştiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê.

Fedîle Mihemed ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî hişyarî da û got: "Dewleta Tirk bi rêya komeleyên tundraw nifşekî çeteyan ava dike, da ku li cîhanê belav bike, di encamê de ewlehî û îstiqrara cîhanê bi giştî xirab bike."

LI KANTONA DAGIRKIRÎ ÇI DIQEWIME?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cotmeha 2019'an kantona Girê Spî dagir kir, di encamê de zêdetirî 200 hezar kes koçber bûn û niha li kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirine, dimînin.  Hêzên dagirker sûcên qetilkirin, revandin, talankirin, qirkirina çand û guhertina demgorafî û belavkirina îdeolojiya tundraw li dijî niştecihên li kantonê mane, didomînin.

Par dewleta Tirk projeya avakirina mêtingehan li kantonê ragihand û di demên dawîn de avakirina mêtingehan zêdetir kir. Piştî daxuyaniyên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker a avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî ku di Nîsana 2022'yan de dabû, kiryarên dersînorkirina sûriyeyiyan ji Tirkiyeyê bo kantona dagirkirî zêdetir bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji deriyê sînorê yê kantonê dane, heta niha 22 hezar kesên ji Humis, Heleb, Idlib û Şamê li kantona hatine bicihkirn. Ev kes li malên niştecihên resen ên koçber bûne û avahiyên mêtingeriyê yên ku li rojavayê kantonê hatine avakirin û bajarokê Eyn Erûs hatin bicihkirin.

Komeleyên pakistanî û çaçanî bi desteka dewleta Tirk a dagirker, bi rêya avakirina navendên perwerdeyê li navenda bajarê Girê Spî, bajarokên Silûk, Tirkmen û Elîbaciliyê zarokan li ser fikrên tundraw perwerde dikin.

Ji komeleyên ku herî zêde avahiyên mêtingeriyê û navendên perwerdeya fikrên tundraw li kantonê fînanse dikin, "Komeleya Ensar a Xêrxwaziyê û "Beyt El Mal” a Pakistanê ye.

Komeleya 'Beyt El Mal’ destekê dide gelek peymangehên ku îdeolojiya tundraw belav dike, wekî peymangeha Ubey Bîn Kab a li Silûkê, Omer Bin Xetab a li bajarokê Heman Tirkmen û Peymangeha Reşîd a li bajarê Girê Spî. Her wiha dibistanên Ehmed Yasîn, Ebû Bekir El Seqîdq ên li navenda bajr û dibistana gundê Xirbe Riz ên ku zimanê tirkî lê hatine ferzkirin, fînanse dikin.

(bb)